Li Hesekê derbên giran li çeteyan hatin xistin
Şervanên YPG/YPJ'ê, di nava 24 saetên dawî yên operasyona li başûrê Hesekê de 2 panzer û tankeke çeteyan rûxandin. Di vî şerî de herî kêm 29 çete hatin kuştin.
Şervanên YPG/YPJ'ê, di nava 24 saetên dawî yên operasyona li başûrê Hesekê de 2 panzer û tankeke çeteyan rûxandin. Di vî şerî de herî kêm 29 çete hatin kuştin.
Şervanên YPG/YPJ'ê, di nava 24 saetên dawî yên operasyona li başûrê Hesekê de 2 panzer û tankeke çeteyan rûxandin. Di vî şerî de herî kêm 29 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku operasyonên li hemberî komên çete yên dixwazin navenda bajarê Hesekê dagir bikin, dewam dikin. YPG'ê ragihand ku operasyona pêr li başûrê Hesekê hatibû destpêkirin, duh bi şev û roj dewam kiriye û derbên giran li çeteyan hatine xistin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê şeva berê qada ji çiyayê Kizwanan heta Çemê Xabûrê azad kirine û rêyên ji Şeddat û Reqqa tên Hesekê xistine bin serweriya xwe.
Li ser mijarê ev agahî hat dayîn:
"Hêzên me duh, rêya dawî ya ku tê Hesekê, rêya Dêr'a Zorê hedef girtin. Di operasyona li vê qadê de şerekî dijwar rû da. Hêzên me di destpêkê de gundê Hileliyê yê di navbera navenda Hesekê û Mihata Kehrebê de ye, azad kirin. Piştre herêma goristanê ku li başûrê Mihat Kehrebe ji çeteyan hatiye paqijkirin. Çeteyên ku dixwestin pêşveçûna hêzên me asteng bikin li vê qadê bi maşîneke teqemenî barkirî êrîş kirin. Lê maşîn ji aliyê hêzên me ve ji dûr de hat teqandin.
Bi şev jî hêzên me berê xwe dan Mihataye Kehrebe û ev qad bi temamî ji çeteyan paqij kirin. Piştî standina vê herême, hêzên me rêya seyemîn ku ji milê başûr ve tê Hesekê, rêya Dêr'a Zor û Hesekê jî xistin bin serweriya xwe. Bi vî awayî taxên Neşwê, Xwêran û herêma Panorama yên li başûrê Hesekê, ku çeteyan xwe tê de bicih kiribûn, ketine nava dorpêçiya hêzên me. Şevê din, di çerxerêya Xêzil a li rojhilatê navenda Hesekê jî di navbera hêzên me û komên çeteyan de şerekî dijwar qewimî.
Hêzên me yên ku operasyonên xwe berdewam dikin, îro beriya nîvro jî Girtîgêha Zarokan a ku di destê çeteyan de bû azadkirin.
Di şerê 24 saetên dawî de de 2 panzer û tankek çeteyan hatin rûxandin. Bi qasî hatiye zelalkirin, li van qadan de 29 endamê çeteyan hatine kuştin. Hêzên me li vê qadê tevî 21 termên çeteyan dest danîn li ser 2 kleş, 1 BKC, 2 maşîneyên leşkerî, 2 rext û hejmareke zêde cebilxaneya çeteyan.
Di şerê li vê qadê de hevrêyekî me yê bi lehengî şer kir, gihîşt şehadetê.
LI EYN ÎSA HERÎ KÊM 22 ÇETE HATIN KUŞTIN
Şevê din hêzên me li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa operasyonek nû lidarxistin.
Hêzên me yên ku ji gundên Genterî û Şergirat bi rê ketin, ber bi başûr ve 2,5 km pêşveçûn. Di navbera çeteyan û hêzên me yên ku cih û warên li van herêman rizgarkirin de şerekî dijwar qewimî. Hêzên me li vê qadê 6 nuqteyên din ên ku di destê çeteyan de bûn rizgar kirin.
Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li van qadan nehatiye zelalkirin. Hêzên me li van qadan tevî 22 termên çeteyan dest danîn li ser 2 tank, doçkakî 12,5 mm û 12 kleşên çeteyan.
Piştî vê operasyonê çeteyan xwestin danê êvarê êrîşî hêzên me bikin. Piştî destwerdanê hêzên me li qadê şerekî demkurt qewimî. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Çeteyên ku hewldan êrîş bikin piştî vî şerî neçar man ji qadê birevin.
LI BAŞÛRÊ KOBANÊ ŞER
YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa dawî ya li Kobanê û ev agahî da: "
Di navbera hêzên me yên ku li başûrê Kobanê operasyona xwe berdewam dikin û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî nû rû daye.
Komên çeteyan şevê din bi topên hawan û obûsan êrîş birin li ser gundê Maxaretên a li rojhilatê bajaroka Sirîn. Çeteyan bi awayekî hemwext jî êrîşî girê Maxaretên kirin. Çeteyên ku êrîşî gir kirin bi temamî hatin îmhakirin û êrîşî çeteyan jî hatiye şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê qadê nehatiye zelalkirin.
Hêzên me şevê din li başûrrojhilatê Kobanê, li derdora gundên Qereqozax û Sîna tevgerê çeteyan tespît kirin û li vê herême operasyonek lidarxistin. Piştî destwerdana hêzên me çeteyan neçar man ji qadê birevin.
Komên çeteyan şevê din li nêzî gundê Huweyş a bakurê Hol'ê hewldan êrîşek lidarbixin. Piştî hêzên me van çeteyan ferq kir mûdexale kir û li vir şerekî dem kurt qewimî. Piştî şer çete neçar man ji qadê birevin."