KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPG: Xeleka li dora Hesekê temam bû
YPG'ê diyar kir ku şervanên YPG/YPJ'ê yên li rojhilatê Hesekê ji taxa Eziziyeyê ber bi başûr ve û yên ji Çiyayê Kizwan ber bi rojhilat ve bi pêş ve diçûn duh bi şev gihîştin hev û bi vî rengî xeleka li dora Hesekê temam kirine. -
Nasnameyên 5 cangoriyên YPG'ê hatin aşkerakirin
YPG'ê nasnameyên 5 şervanên xwe yên di demên cuda de li Kantona Cizîrê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir. -
Artêşa Tirk li Mûşê operasyon pêk anî
Hêzên Parastina Gel, diyar kir ku yekîneyên girêdayî artêşa Tirk li bejahiya Melazgir a Mûşê operasyonek pêk anîne. -
Ji eniya Hesekê çend dîmen
Di salvegera 3. a Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê de li eniya Hesekê, şerekî giran li dijî çeteyên DAIŞ'ê tê dayîn. Şopa vî şerê giran ê di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û DAIŞ'ê, li her nuqteyê tê dîtin. -
MLKP: Em ê bi biryareke mezin Şoreşa Rojava biparêzin
MLKP Rojava, soz da ku di 3. salvegerê de wê bi biryareke hê mezintir Şoreşa Rojava biparêzin û careke din bang li tevayî gelên cîhanê kir ku tevna piştevaniyê pêş bixin. -
KNK'ê banga naskirina kantonên Rojava li raya giştî ya cîhanê kir
Konseya Rêveber a KNK'ê di salvegera 3. a Şoreşa Rojava de bang li raya giştî ya cîhanê kir, ku kantonên Rojava bi awayekî fermî nas bike. KNK'ê her wiha ji gelê Kurd jî xwest ku di vê dema hesas de li derve û hundir destekê bide Şoreşa Rojava. -
Muslim: Êrîşa Kobanê planeke mezin bû, tiliya Tirkiyeyê tê de heye
Muslim: Êrîşa 25'ê Hezîranê ya li dijî Kobanê planeke mezin bû. Tiliya Tirkiyeyê di vê êrîşê de heye. Ev yek dibe ku ji aliyê polîtîk be, dibe ku bi awayekî din be. Lê belê êrîş di ser Tirkiyeyê re hat kirin, cebilxane ji Tirkiyeyê hat derbaskirin. -
Ji bo Leyla Aglar nanê xêrê hat belavkirin
Ji bo keça Seyîd Riza Leyla Aglar a çend roj berê jiyana xwe ji dest da, li Mala Cem a Dêrsimê nanê xêrê hat belavkirin. -
Ciwanên ESP Kurdistan: Di sala 4. a şoreşê de em li Kobanê ne!
Ciwanên ESP Kurdistan dan xuyakirin ku ew ê biçin dilê Şoreşa Rojava Kobanê. -
Bayik: Jiyan jî li ser vê xakê mirin jî li ser vê xakê
Cemîl Bayik: Jiyan jî be divê li ser xaka xwe be, mirin jî be li ser xaka xwe be. Bi xwedîderketina li Şoreşa Rojava re em dikarin bibin xwedî jiyaneke bi rûmet. Lewma divê her kes berê xwe bide Şoreşa Rojava û xwedî lê derkeve. -
'Şoreşa Rojava şoreşa mirovên xwedî îdîaya jiyana azad e'
Kordînasyona Komalên Ciwan destnîşan kir ku Şoreşa Rojava şoreşa mirovên xwedî îdîaya jiyana azad e û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ruh daye vê şoreşê, banga xurtkirina têkoşînê li ciwan û gelê Kurd kir. -
YPG'ê soza serketinên mayînde da
Fermandariya Giştî ya YPG'ê di salvegerê de Şoreşa 19'ê Tîrmehê li hemû gelên Rojava pîroz kir û destnîşan kir ku ew ê bi bilindkirina asta berxwedanê re serketinê mayînde bike. -
'Şoreşa Rojava bû şoreşa hemû gelan'
Gerîlayên HPG û YJA Starê di salvegera 4. de Şoreşa Rojava nirxandin û gotin, "Şoreşa Rojava veguheriye şoreşa gelên cîhanê." -
Şervanê YPG'ê: Santrala Elektrîkê ji bo me stratejîk e
Şervanê YPG’ê Kendal Qamişlo got ku herêma Hesekê ya ji çeteyan hatiye rizgarkirin, herêma herî stratejîk a bajêr e. -
Li Hesekê li derdora santrala elektrîkê xebatên lêgerînê
YPG/YPJ li herêmên di destpêkê di destê Muqannaînan û koma Haccaî ya girêdayî Îranê de bûn û piştre ew der ji DAIŞ’ê re hiştibûn de xebatên lêgerînê dimeşînin. -
Fermandariya YPJ’ê peyama 19’ê Tîrmehê weşand
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi rast hatina salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand û banga parastina destketiyan li hemû kesî kir. -
Ji 5 partiyên siyasî yên li Rojava piştgiriya ji hêzên YPG / YPJ’ê re
5 Partiyên siyasî bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kirin ku pêwîste Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bê pêşxistin, piştgiriya hêzên YPG/YPJ’ê bê kirin û her sê kantonên Rojava bibin yek. -
Li Sêrtê sê qezayên cuda: Kesek mir 7 kes birîndar bûn
Li Sêrtê di 3 qezayên cuda de kesekî jiyana xwe ji dest da 7 kes jî birîndar bûn. -
Xizmên windayan hesab ji dewletê xwestin
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan di cejnê de aqubeta xizmên xwe yên hatin windakirin li Amed, Gever û Cizîrê pirsîn. -
Pêşdeçûna hêzên YPG/YPJ’ê li başûrê Hesekê didome
Navenda Çapemeniya YPG’ê encama operasyona bajarê Hesekê û Kobanê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Di encamê van operasyonan de 4 gund hatin rizgarkirin, cenazeyê 42 çeteyan hatin desteserkirin. -
Şervanên YPG/YPJ: Êdî şoreş hatiye qezenckirin!
Şervanên YPG / YPJ’ê, yên 4. salvegera Şoreşa Rojava li çeperên pêşwazî kirin, soza heta dawî parastina şoreşê dan. Şervanan gotin, “Êdî şoreş hatiye qezenckirin, êdî parastin û mezinbûna wê maye.” -
'Gel azadiya Ocalan dixwaze'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Hozat têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan got, “Heta ewlekarî, tenduristî û azadiya Rêbertî misoger nebe, tecrîd ranabe û divê gel û jin li hemberî tecrîdê bertekên xurt nîşan bidin.” -
Li herêmên gerîlayan keşf didomin
Hêzên Parastina Gel (HPG)’ê diyar kir ku artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya keşfan didomîne. -
KCK: Şoreşa Rojava şoreşa herî mezin a sedsala 21’ê ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir wê Şoreşa Rojava wek yekem şoreşa mezin a sedsala 21’ê derbasî dîrokê bibe û şoreşgerên di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. -
Kuştina Veysî Kurt Fedayiyên Apoyî girt ser xwe
Veysî Kurt (Kawa Suruç) ê 10’ê Tîrmehê li ber rêya Taxa Murat a Pirsûsê mirî hat dîtin, derket holê ku ji aliyê koma bi navê ‘Fedayiyên Apoyî’ ve hatiye kuştin.