'Şoreşa Rojava şoreşa mirovên xwedî îdîaya jiyana azad e'

Kordînasyona Komalên Ciwan destnîşan kir ku Şoreşa Rojava şoreşa mirovên xwedî îdîaya jiyana azad e û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ruh daye vê şoreşê, banga xurtkirina têkoşînê li ciwan û gelê Kurd kir.

Kordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî re destnîşan kir ku Şoreşa Rojava şoreşa mirovên xwedî îdîaya jiyana azad e û bang li ciwanan û tevahiya gelê Kurdistanê kir, ku hîn bêhtir cihê xwe di nava pêngavên azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina jiyana azad de bigirin.

Di daxuyaniya Kordînasyona Komalên Ciwan de salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat pîrozkirin û hat gotin, "Em şoreşa ku bi ruhê fedaî yê Arîn Mîrxanan û fedaîtiya hemû şehîdên me mezin bûye silav dikin û hevrêyên xwe yên şehîd bi mînetdarî bibîr tînin."

Kordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku gelên cîhanê ji rojên qezenca mezin a têkoşîna mirovahiyê re şahidiyê dikin û ragihand ku Şoreşa Rojava şoreşeke ku derbên xurt li her şêwe paşverûtî, hêzên emperyalîst û hêzên dagirker ên li Kurdistanê dixe.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev rastiya ku têkoşîna me ya zadiyê bi dayîna berdêlên mezin afirand, di 19'ê Tîrmeha 2012'an de bi çirûska agirê şoreşê ya li Kobanê hat pêxistin re destpê kir bi Şoreşa Rojava ya roj bi roj mezin dibe re, bêhtir diyar bû. Li Kurdistanê dil êdî bi têkoşîna azadiyê re lê didin. Baweriya ji têkoşîna me zêde bû, aliyê şoreşa me ya hemû gelan hembêz dike baştir hat dîtin, ji hemû gelên li cihên cuda yên cîhanê rastî neheqiyê tên, zextê dibînin û li ber xwe didin re bû çavkaniya îlhamê, di nava gelên cîhanê de rê li ber eleqe û sempatiyeke mezin vekiriye."

Kordînasyona Komalên Ciwan da zanîn ku Şoreşa Rojava şoreşeke ronahiyê ye ku bi bîrdoziya mezin û nêrîna paradîgmayî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ronî dibe û hat destnîşankirin uk tevî hemû bendên faşîzma dewleta Tirk, komkujiyên li derveyî mirovahiyê yên çeteyan û hewldanên dijber ên nokeran jî, ev şoreşa mezin dibe li erdnîgariya Kurdistanê û Rojhilata Navîn, di nava derdorên şoreşger-demokratîk, gelên bindest û mirovahiya cîhanê de hêvî afirandiye.

Kordînasyonê da zanîn ku hêzên berxwedanê yên Kurdistanê îro li Hesekê û Şengalê berxwedaneke mezin nîşan didin û diyar kir ku derxisitna çeteyên DAIŞ'ê û dijminê mirovahiyê ji xaka Kurdistanê, dewam dike.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku Şoreşa Rojava şoreşeke gel, jin û ciwanan e ku bi berxwedanên mûezem re derketiye holê û hat gotin, "Dînamîzma jin û ciwanên azad li Rojava civiyane. Vê kombûnê bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re bi pêxistina agirê li Kobanê re rêya azadiyê ronî kiriye. Bi giştîna Efrîn û Cizîrê re astiyeke ku cewhera xwe kêlî bi kêlî mezin dibe, derxistiye holê. Girîng e bi rastiya gelê berxwedêr re xwedî li nirxên bi ruhê fedaî yê Arîn Mîrxanan, bi têkoşîn û pêşengtiya fermandar Rûbaran re hatine afirandin, bê derketin. Di nava her bihosteke Kurdistanê ya li Kobanê, Serêkaniyê, Girê Spî azad dibe de, ev rastî heye. Bi ser xistina vê yekê di nava civakan de, bi tevlîbûna jin û ciwanan li nava refên şoreşê, bi mîsyonên wan ên pêşengtiyê re dibe. Dem hatiye ku em weke jin û ciwanên Kurdistanî yên coşa şoreşê dijîn, cihê em lê ne lêpirsîn bikin. Dem ew deme ku ciwan hemû xwe ji nexweşiyên modernîteya kapîtalîst rizgar bikin."

Kordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku şoreşên heqîqetê bi berxwedana li dijî zaliman, bi parastina rûmeta mirovahiyê û li şûna nebaşiyê bi avakirina jiyana azad û nû dibe û hat gotin, "Ciwanên Kurdistanê divê bi ruhê 14'ê Tîrmehê re 19'ê Tîrmehê hîs bikin. Ev hîskirin divê cesaret û hesta pêkanîna hin tiştan bide me. Ev hişyarî, cihgirtina li refên Şoreşa Kurdistanê derdixîne pêşiya me. Divê ciwan û gelê me yên berxwedêr, hîn bêhtir di nava pêngavên azadkirina Rêber Apo, azadkirina Kurdistanê, mezinkirina şoreşa Rojava û avakirina jiyana nû de cih bigirin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Yên xwedî îdîaya jiyana azad dikarin xwe bigihînin heqîqetê. Ev rastiya bi 19'ê Tîrmehê re destpê kir, şoreşeke ku mirovên xwedî îdîaya jiyana azad e. Em bang li ciwanan û tevahiya gelê xwe dikin ku vê şoreşê mezin bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku ruh daye vê şoreşê, têbikoş in. Em careke din Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz dikin û li pêşiya bîranîna şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."