Bayik: Jiyan jî li ser vê xakê mirin jî li ser vê xakê

Cemîl Bayik: Jiyan jî be divê li ser xaka xwe be, mirin jî be li ser xaka xwe be. Bi xwedîderketina li Şoreşa Rojava re em dikarin bibin xwedî jiyaneke bi rûmet. Lewma divê her kes berê xwe bide Şoreşa Rojava û xwedî lê derkeve.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di salvegera 3. de Şoreşa Rojava pîroz kir.

Bayik bû mêvanê bernameya taybet a Ronahî TV û di salvegera sêyemîn de Şoreşa Rojava nirxand. Bayik got, "Salvegera 3. a Şoreşa Rojava di şexsê gelê me yê Rojava û şervanên azadiyê yên leheng de, li tevahiya mirovahiyê pîroz be."

Bayik got, "Ez şehîdên Şoreşa Rojava bibîr tînim û li pêşberî wan bejna xwe ditewînim" û ev nirxandin kir.

"Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê şoreşeke mezin e, şoreşa gelan e, şoreşa sedsalê ye. Şoreşeke ku hem rastiya her kesî derdixîne holê, hem jî çarenûsa her kesî diyar dike, ye. Lewma şoreşeke mezin e. Şoreşê mezin hem hêviyên mezin, hem jî dijminên mezin diafirînin. Eger îro her kes li ser vê şoreşê disekine û weke çavkaniya hêviyê dibîne, sedema vê mezinahiya şoreşê ye. Di heman demê de eger êrîşên ewçend hov û dijminatî li Şoreşa Rojava tê kirin, sedema vê jî mezinahiya şoreşê ye. Şoreşa Rojava di roja îro de ne tenê di jiyana Kurdan de, di jiyana tevahiya Rojhilata Navîn de rê li ber guherînên mezin vekiriye. Jiyaneke nû, civakeke nû û kesayetiyeke nû derdikeve holê."

Bayik da xuyakirin ku beriya çend salan Kurdên li Rojava ji aliyê mirovan ve baş nedihatin naskirin û destnîşan kir ku nasname û nirxên şoreşgerî yên bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê derketin holê, êdî ji aliyê tevahiya cîhanê ve tên naskirin û qebûlkirin.

'ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN LI ROJHILATA NAVÎN SÎSTEMA NETEWEYA DEMOKRATÎK E'

Bayik bal kişand ser sîstema neteweya demokratîk a ku Şoreşa Rojava li dijî netewe dewletê diafirîne û got, "Li Rojhilata Navîn sîstema netewe dewlet ji hev dikeve. Ev rewş îro li Iraq, Sûriye, Misir û Lîbyayê bi awayekî şênber tê jiyîn. Li şûna vê sîstemeke dewletê ava nabe. Niha li dewsa vê sîstemeke nû diafire. Ev sîstem jî sîstema neteweya demokratîk e ku niha li Rojava dikeve meriyetê. Ji vê mînakê jî her kes dibîne ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi tenê bi vê stratejî û siyasetê dikarin çareser bibin. Rojhilata Navîn nikare bi şêweyeke din xwe ji krîzê rizgar bike, nikare bigihêje aramiyê. Rêya aramî, demokrasî, biratî, yekîtî, azadî û edaletê, çareseriya bi neteweya demokratîk e. Ev yek jî nêrîn û projeya çareseriyê ya Rêber Apo ye. Rêber Apo bi vê nêrînê re ne tenê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn ji bo tevahiya mirovahiyê diyariyek pêşkêş kir. Pêşengiya vê jî îro gelê Kurd dike."

Bayik diyar kir ku di pêşveçûna Şoreşa Rojava de keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarker e û anî ziman ku berxwedana 14'ê Tîrmeha 1982'an, pîvanên milîtanî û rêbaza oreşa Kurdistanê derxistiye holê.

'DIVÊ GELÊ ME PÊŞENGIYÊ JI ŞOREŞA ROJHILATA NAVÎN RE BIKE'

Cemîl Bayik bal kişand ser girîngiya avakirina sîstema civakî ya Şoreşa Rojava ya li ser bingeha rêbaz û ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Gelê me çawa ku şoreşa siyasî pêk anî, divê ji bo serketina vê oreşê li qada civakî jî vê temam bike. Gelê me yê li Rojava û şervanên azadiyê fedekarî û lehengiyeke mezin nîşan dan. Şoreşa Rojava bi serketinên Kobanê, Til Hemîs, Til Berak, Mebrûka û Girê Spî re qonaxek temam kir. Bi van serketinan re qonaxeke nû destpê kir. Pêşî li pêvajoya demokratîkbûyîna tevahiya Sûriyeyê vekir. Ji ber vê yekê divê gelê Rojava hem şoreşa xwe ya civakî hem jî şoreşa demokratîk a Sûriyeyê pêk bîne. girîng e gavên vê yên leşkerî û siyasî biavêje, di vî warî de pêşengiyê bike. Li ser vê bingehê divê hem gef û xeteriyên li ser şoreşê beralî bike, hem biparêze, hem jî ji bo şoreşa demokratîk li tevahiya Sûriye û Rojhilata Navîn belav bibe, pêşengiyê bike."

'GIRÎNG E HER KES BERÊ XWE BIDE ŞOREŞA ROJAVA'

Bayik anî ziman ku girîng e aliyê aboriyê yê şoreşê jî were pêşvebirin û destnîşan kir ku divê ev yek jî bi şoreşa civakî re di zikhev de bê kirin. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik herî dawî ev nirxandin kir:

"Pêwîste gelê me têgihiştin û rêxistinbûyîna xwe ya parastina rewa xurt bike. Ev yek ne tenê li ser bingeha xurtkirina hêzên leşkerî, divê weke gel parastina rewa bê xurtkirin. Divê tevahiya gelê me rahêje çekan û li ser vê bingehê xwe perwerde û bi rêxistin bike. Li dijî DAIŞ'ê û hemû hêzên mêtînger divê li gundan, bajaran û taxan, sîstema binê erdê, tunelan, sîstema mewziyan ava bike. Divê gundê xwe, bajarê xwe, taxên xwe neterikînin. Jiyan jî hebe divê li ser xaka xwe be, mirin jî li ser xaka xwe. Parastina Rojava parastina tevahiya Kurdistanê ye. Bi xwedîderketina li Şoreşa Rojava re em dikarin bibin xwedî jiyaneke bi rûmet. Lewma divê her kes berê xwe bide Şoreşa Rojava û xwedî lê derkeve."