Li herêmên gerîlayan keşf didomin
Hêzên Parastina Gel (HPG)’ê diyar kir ku artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya keşfan didomîne.
Hêzên Parastina Gel (HPG)’ê diyar kir ku artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya keşfan didomîne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku duh di navbera saet 17.00 û îro saet 07.00’an de li ser qadên Gostê û Arê yên li ser xeta herêma Xakurkê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk bi armanca keşfê geriyane.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da: “Di navbera 17’ê Tîrmehê saet 20:00 - 21:00 û 18’ê Tîrmehê saet 10:00 - 13:00’an de li qada Çarçella, di navbera 17’ê Tîrmehê saet 00:00 - 16:00 û 18’ê Tîrmehê saet 04:00 - 07:30’î de li herêma Heftanîn û xeta sînor, dîsa 18’ê Tîrmehê saet di navbera 04:30 - 07:00’an de li ser xeta sînor a herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk keşf pêk anîne.
17’ê Tîrmehê saet di navbera 23:00 - 00:00 de li qada Şehîd Remzî ya li sêgoşeya di navbera Darahênê ya Çewlikê û navçeyên Pasûr û Licê yên Amedê de pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne.