Pêşdeçûna hêzên YPG/YPJ’ê li başûrê Hesekê didome
Navenda Çapemeniya YPG’ê encama operasyona bajarê Hesekê û Kobanê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Di encamê van operasyonan de 4 gund hatin rizgarkirin, cenazeyê 42 çeteyan hatin desteserkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê encama operasyona bajarê Hesekê û Kobanê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Di encamê van operasyonan de 4 gund hatin rizgarkirin, cenazeyê 42 çeteyan hatin desteserkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê encama operasyona bajarê Hesekê û Kobanê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Di encamê van operasyonan de 4 gund hatin rizgarkirin, cenazeyê 42 çeteyan hatin desteserkirin. Her wiha tangek, hammer û gelek cebilxane hatiye girtin. Dîsa 3 çeteyên ku xwestin bajarokê Siluk êrîşek teqemenî li dar bixin hatin kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek der barê operasyona bajarê Hesekê û Kobanê de da. YPG’ê diyar kir ku di encama van operasyonan de 4 gund hatin rizgarkirin, cenazeyê 42 çeteyan ketine destê hêzên wan, tangek, hammer û gelek cebilxane hatiye desteserkirin. YPG’ê got: “Operasyonên hêzên me yên li hember çeteyên hewl didin navenda Hesekê dagir bikin dabûn destpêkirin, berdewam dike.
Hêzên me pêşketina xwe ya başûrê Hesekê, duh pişt nîvro jî berdewam kirin. Hêzên me destpêke 2 gundên li başûrê qada Vîlatê Sor hedef girtin û ji çeteyan paqij kirin. Di pevçûnên li van qadan de hejmarek zêde çete hatin kuştin. Hêzên me yên di van gundan de xebatên lêgerîne xilas kirin, berê xwe dan herêma Vîlatê Sor. Piştî pevçûnên dijwar, hêzên me herêma Vîlatê Sor bi temamî ji çeteyan paqij kirin.
Hêzên me bi awayekî hemwext li derdora Girtîgeha Zarokan û gundê Tal’a jî operasyon li dar xistin. Di encama operasyona ku bi 2 baskan hat meşandin Meqleayek ji çeteyan hat paqijkirin.
Di operasyona 2 rojan a başûr û rojhilatê Hesekê hat meşandin de heta niha termê 30 çeteyan ketiye destê hêzên me. Hêzên me dîsa li vir 1 tang, 1 obûs bi dest hatiye çêkirin, 1 doçka 12,5mm, 20 kleş, 3 BKC, 2 roketavêja B7, 2 M16, 1 karnas, 15 guleyên roketavêja B7, 38 şerjor, 40 bombeya destan, 20 bombeya bi dest hatine çekirin; 4 maşîneya leşkerî, 1 tang û 1 Hammer a di pevçûnan de derb xwaribûn, gelek cebilxane û amûrên leşkerî bi dest xistin.
LI BAJAROKA SILUK ÊRÎŞÊN ÇETEYAN HATIN BÊ BANDORKIRIN
Komek çete ku xwe gihandibûn bajaroka Silûk, duh li hember hêzên me êrîşek li dar xistin. Hêzên me yên agahiya ketine çeteyan a nava bajarok girtin, li vê herême operasyonek destpê kirin. Komê çete destpêke bi amûrên teqemenî ku berê li herême veşartibûn ve xwestin êrîşek xwekujî pêk bînin. Hêzên me mudaxale kirin û ev êrîş asteng kirin. Di encama operasyonê de koma çete ku ji 3 kesan pêk dihat bi temamî hatine kuştin û her 3 çete tevî çek û cebilxaneyên li ser van hatine bi dest xistin.
LI EYN ÎSA 2 GUND HATIN RIZGARKIRIN
Hêzên me şevê din li başûrê Kobanê operasyonek nû li dar xistin. Operasyona li derdora gundê Qilhaydê hat lidarxistin hejmarek zêde çete hatin kuştin.
Hêzên me di encama xebata lêgerîna ya li qadê de tevî 12 termê çeteyan 10 kleş, 10 hezar fîşeka kleş, 1 BKC, 2.700 fîşeka BKC, 1 roketavêja B7, 8 bombeya desta, 72 şerjor, 8 raxt, 2 rextên teqemeniyê û maşînek leşkerî bi dest xistin.
Hêzên me duh li rojhilatê Eyn Îsa operasyonek li dar xistin. Operasyona li başûrê gundê Şergirat hat lidarxistin de 2 gundên din di bin dagirkeriya çeteyan de hat azadkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.”