BI DÎMEN

Li Hesekê li derdora santrala elektrîkê xebatên lêgerînê

YPG/YPJ li herêmên di destpêkê di destê Muqannaînan û koma Haccaî ya girêdayî Îranê de bûn û piştre ew der ji DAIŞ’ê re hiştibûn de xebatên lêgerînê dimeşînin.

YPG/YPJ li herêmên di destpêkê de di destê Muqannaînan û koma Haccaî ya girêdayî Îranê de bûn û piştre ew der ji DAIŞ’ê re hiştibûn de xebatên lêgerînê dimeşînin.

Santrala elektrîkê li pişt herêma ku beriya demekê di destê Muqannaînan de bû û piştre radestî çeteyên DAIŞ’ê hat kirin li ser rêya Şedadê û Dêrazorê dimîne. Santrala elektrîkê jî beriya bikeve destê DAIŞ’ê de, di destê koma Haccaî ya girêdayî Îranê bû û weke weke baregeheke dihat bikaranîn.

Santrala herî mezin a herêmê ji bo hêzên YPG/YPJ’ê jî xwedî girîngiyek stratejîk e. Şervanê YPG’ê Seydo di pevçûnên di vê herêmê yên li hemberî çeteyan de jiyana xwe ji dest dabû.