BI DÎMEN

Şervanên YPG/YPJ: Êdî şoreş hatiye qezenckirin!

Şervanên YPG / YPJ’ê, yên 4. salvegera Şoreşa Rojava li çeperên pêşwazî kirin, soza heta dawî parastina şoreşê dan. Şervanan gotin, “Êdî şoreş hatiye qezenckirin, êdî parastin û mezinbûna wê maye.”

Şervanên YPG/YPJ’ê yên şoreşa Rojava û her bihosta Rojava bi awayekî fedayî diparêzin dibin ewlehiya jiyana azad a gelan. Şervanên YPG/YPJ’ê yên 4. salvegera şoreşê di çeperên xwe de pêşwazîkirin hest û fikra xwe ya têkildarî şoreşê ji ANF’ê re vegotin.

Şervanan banga tevlîbûnê li hemû gelan, jin û ciwanan kirin. Şervanên YPG/YPJ’ê Haydar Garzan, Zîlan Amed, Piling Mêrdîn, Ararat Kato, Avesta Serdeşt û Amara Şiyar  wiha axivîn.

...