KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Divê AKP li dadgeha sûcên şer bê darizandin'
Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç da xuyakirin ku komkujiya li Pirsûsê di encama polîtîkaya hevpar a AKP û DAIŞ'ê ya li dijî aştiya gelan pêk hatiye û got, "AKP ji ber van sûcên li dijî gelan kiriye, divê li dadgeha şer a navneteweyî bê darizandin." -
PYD'ê komkujiya li Pirsûsê şermezar kir
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) komkujiya li Pirsûsê şermear kir û bang li Tirkiyê kir ku dest ji kiryarên xwe yên piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê berde û beşdarî hevpeymana navneteweyî ya li dijî terorê bibe. -
Li Viyanayê protestoya komkujiya li Pirsûsê
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, komkujiya li Pirsûsê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. -
Protestoya li Den Haagê rastî êrîşa polîsan hat
Komkujiya li Pirsûsê, li bajarê Hollanda Den Haagê hat protestokirin. Lê belê di dema belavbûna girseya gel de polîsan êrîşî gel kirin û 10 kes kirin binçavan. -
Li Swîsreyê bi sedan kesî gotin, 'Berpisryarê komkujiyê AKP ye'
Li bajarên Swîsreyê bi sedan kes daketin qadan û komkujiya li Pirsûsê, lanet kirin. -
Li Dêrsimê ji bo 'ewlekariyê' dar tên birîn
Li jor û jêra rêya bejahî ya gundê Tulik ê Dêrsimê, bi hinceta ewlekariyê darên berû hatin birîn. -
Komkujiya li Pirsûsê li bajarê Swêd Gavleyê hat protestokirin
Komkujiya li Pirsûsê duh li bajarê Swêd Gavleyê hat protestokirin. Di çalakiyê de ji bo welatiyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hat girtin. -
Koma ji Zurîchê nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' dewr girt
'Nobeda Azadiyê' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî li ber Konseya Ewropayê hat destpêkirin, bê navber dewam dike. -
Komkujiya li Pirsûsê li Elmanyayê bi girseyî hat protestokirin
Êrîşa bombeyî ya li Pirsûsa Rihayê li dijî endamên SGDF’ê pêk hat, li gelek bajarên Elmanyayê bi girseyî hat protesto kirin. Di çalakiyan de yên komkujî pêk anîn hatin lanetkirin. -
Bi hezaran kes li Fransayê daketin qadan
Çeteyên DAIŞ'ê yên bi desteka dewleta Tirk li Pirsûsê komkujî pêk anîn, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li Fransayê ve hatin şermezarkirin. -
'Em ê teslîmî barbariyê nebin; xwe parastin şert e'
Parlamenterên HDP'yî Baydemîr û Kaya destnîşan kirin, ku berpirsyarê komkujiya li Pirsûsê AKP û Erdogan e. Baydemîr diyar kir ku hewl hatiye dayîn kaos bê derxistin û got, "Em ê ti carî teslîm nebin." -
Li Hesekê hewldana êrîşê ya çeteyan hat astengkirin
Çeteyên DAIŞ’ê hewl dan bi panzêra bombebarkirî êrîşî gundê Merûf ê dikeve rojhilat başûrê Taxa Ezîziyê ya Hesekê bikin, hêzên YPG’ê beriya panzêr bigihêje armanca xwe hedef girtin û teqandin. -
KCD’ê şîna neteweyî îlan kir
KCD'ê ji bo komkujiya li dijî ciwanên SGDF'î yên li Pirsûsê pêk hat, şîna neteweyî îlan kir. Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Hîlmî Aydogdû, banga tevlîbûna çalakiyan kir û xwest gelê Kurd li mal kargeh û hemû deveran alên reş daliqînin. -
Li Semsûrê bi sedan kes li hember operasyonê bûn mertalên zindî
Li Navçeya Komirê ya Semsûrê leşkeran li dijî HPG'ê operasyan pêk anîn. Piştî operasyonê bi sedan welatiyên Semsûrê li herêma Girikê ya Komirê kom bûn û dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin. -
Li dehan navendên Kurdistan û Tirkiyeyê komkujî hat şermezarkirin
Li dehan bajar û navendên Tirkiye û Kurdistanê gel derket kolanan û li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê û AKP'ê hêrsa xwe anîn ziman. Di çalakiyan de bi sed hezaran welatî daketin kolanan û peyama ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê bibin yek dan. -
Yuksekdag: Desthilatdariya siyasî ji komkujiyê berpirsyar e
Heyeta HDP, DBP, HDK û KCD'ê li baxçeyê Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya komkujî lê pêk hat lêkolîn kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li cihê teqînê axivî got: "Berpirsiyarê komkujiyê desthilatdariya siyasî ye." -
MUB: Êrîş li dijî ruhê yekîtî û piştevaniyê hatiye kirin
MUB: Ciwanên xwestin bi keda xwe re tevlî pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê bibin û di vê oxirê de xwîna xwe rijandin, berpisryariya ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn daye me û her kesên alîgirê azadiyê. -
'Êrîşa Pirsûsê bi armanca têkbirina projeya aştiyê pêk hatiye'
Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşa Pirsûsê şermezar kir û diyar kir ku armanca êrîşkaran têkbirina projeya aştiyê ye. Hevserokatiyê bang li hemû gelê herêmê kir ku asta tekoşîna xwe li dijî êrîşkaran bilind bikin. -
Li Stenbolê polîsan êrîşî girseya gel kirin
Li Stenbolê jî polîsên Tirk bi bombeyên gazê û û TOMA'yan êrîşî girseya gel a komkujiya li Pirsûsê şermezar dikir, kirin. -
Ji artêşa Tirk îdîayên bê bingeh
Derket holê ku roja 18'ê Tîrmehê Fermandarê Tûgaya Şirnexê dema cejna sercerdevanên bajarokê Gite yê Silopiyê pîroz dikir, antî propaganda kiriye ku Tevgera Azadiyê ya Kurd wê di van rojan de li Şirnex, Cizîr û Colemêrgê êrîşên bombeyî bike. -
Li Stockholmê komkujiya li Pirsûsê hat şermezarkirin
Êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên Sosyalîst ên ji bo tevlî karê ji nû ve avakirina Kobanê bibin li Pirsûsê bûn, li paytexta Swêd Stockhomê saet di 18:00 de hat protestokirin. -
Komkujiya li Pirsûsê li Parîsê hat şermezarkirin
Komkujiya li Pirsûsê ya îro, li paytexta Fransa Parîsê bi awayekî girseyî hat protestokirin. -
TJK-E: Êrîşa li Pirsûsê ne dûrî dewleta AKP'ê ye
TJK-E: Ev êrîşa li Pirsûsê ne dûrî dewleta AKP'ê ye. Ev êrîş ji aliyê AKP a ku artêşa tecawizkaran DAIŞ'ê li nava xaka xwe xwedî dike û diparêze ve hatiye organîzekirin. -
Komkujî li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hat lanetkirin
Bi çalakiyên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê re komkujiya li Pirsûsê hat protestokirin. Di çalakiyan de dirûşmên 'DAIŞ lê dide, AKP diparêze' û "Kujer DAIŞ hevkar AKP' hatin qîrîn. -
KNK: Eger Tirkiye desteka xwe ya ji bo çeteyan qut neke divê weke dewleta destekê dide terorê bê îlankirin
Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku berpirsyarê komkujiya li Pirsûsê dewleta Tirk e. KNK'ê bang li saziyên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirkiyeyê bikin ji bo destekê bes bide DAIŞ'ê, naxwe weke dewleta destekê dide terorê îlan bikin.