Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku berpirsyarê komkujiya li Pirsûsê dewleta Tirk e. KNK'ê bang li saziyên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirkiyeyê bikin ji bo destekê bes bide DAIŞ'ê, naxwe weke dewleta destekê dide terorê îlan bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Careke din derkete holê ku xewn û xeyalên diktatoran komkujî ye û di kiryarên antî însanî û sucên mirovaniyê de sînoran nas nakin" hat ragihandin ku komkujiya li Pirsûsê, li hemberî ciwanên Sosyalîst, li Navenda Çandê ya Amara sûcê mirovaniyê ye, darbeyek li demokrasî û aştiyê ye.
KNK'ê diyar kir ku berpirsyarê vê komkujiyê desthilatdariya AKP'ê ye û destnîşan kir ku AKP'ê çeteyên DAIŞ'ê li Sûriye û Tirkiyeyê bi hêz kirin, lewma desthilatdariya AKPê, di kuştina ciwanên sosyalîst de berpirsiyar û hevkarê sucên çeteyên DAIŞ'ê ye.
KNK'ê komkujiya li Pirsûsê bi dijwarî şermezar dikin û bang li gelê Kurd, hêzên demokratîk û raya giştî ya cîhanê kir, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wê desthilatdariya AKP têkoşîna xwe dijwar bikin.
Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Em, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, hêzên navneteweyî teva dikin ku dijminê mirovaniyê DAIŞ'ê û hevkarên wê desthilatdariya AKPê bidin rawestandin. Eger êrîşên kîndarî yên li dijî gelê Kurd û bi taybet li dijî Şoreşa Rojava nedin rawestandin; desteka ku didine çeteyên DAIŞ'ê, bi awayekî vekirî û zelal nedin rawestandin, pêwîste wek 'dewleta terorê destek dike' were îlan kirin û were ceza kirin. Baş tê zanîn ku desthilatdariya AKPê çeteyên DAIŞ'ê li Sûriye û Tirkiyê xwedî kirin û mezin kirin. Di çarçoveya dijminatiya gelê Kurd de, tevahiya Tirkiyê û sinorên Tirkiyê kirine baregeh û guzergeha çûnûhatina çeteyê DAIŞ'ê. Di desteka lojîstik jî didine çeteyên DAIŞ'ê.
Êdî li Tirkiyeyê, kontra û çete, endamên MÎT'ê, leşker û çeteyên DAIŞ'ê ligel hev kar dikin. Ev rastî bi belgeyan hatiye îspatkirin. Rêxistinên îstîxbaratên Ewropa jî vê rastiyê baş dizanin.
Hêzên Navneteweyî, di vê mijarê de Tirkiye û desthilatdariya AKPê gelek caran şiyar kirine.
Êv êrîşa sucê mirovaniyê konsepta nû ye û berdewama êrîşên di pêvejoya hilbijartinên 7'ê Hezîranê û komkujiya dawî ya li Kobanê ye. Serkêşiya vê konseptê desthilatdariya AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dike. Di vê konsepta kujer de, desthilatdariya AKP'ê, çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan ên li Kurdistan û herêmê hene. Komkujiya li Pirsûsê jî encama planekî siyasî ye. Di vê êrîşê de, MÎT, Serfermandariya Artêşa Tirk, desthilatdariya AKP'ê û çeteyên DAIŞ'ê cih girtine.
Em bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî yên pêwendîdar dikin ku komkujiya li Pirsûsê, ku li dijî ciwanên sosyalîst û sivîlan pêk hatiye lêkolîn bikin û encama wê, ji raya giştî ya cîhanê re deklere bikin.
Di 3. Salvegera Şoreşa Rojava de, êrîşa li Pirsûsê û komkujiya li hemberî ciwanên sosyalîst manîdar e. Ev êrîş di heman demê de li dijî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê ye. Li dijî wijdanê raya giştî ya cîhanê ku dixwestin Kobanê ji nû de ava bikin e. Komkujî ye û sûcê mirovaniyê ye. Ev êrîşa li dijî mirovaniyê divê bê cezakirin.
Em weke KNK şehîdên Pirsûsê yad dikin, ji malbatên şehîdên Pirsûsê û tevahiya gelên li Kurdistan û Tirkiyê re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Pêwîste gelê Kurd, eniya demokrat û aştîxwaz, ciwanên Kurdistan û gelên li Tirkiyê, jin jî di nav de her kes li dijî desthilatdariya AKP'ê, ku ber bi sîstema diktatoryal ve diçe û li dijî çeteyên DAIŞ'ê, dengê xwe bilind bike û dijberiya xwe bi tundî nîşan bide."