Li Viyanayê protestoya komkujiya li Pirsûsê
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, komkujiya li Pirsûsê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, komkujiya li Pirsûsê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, komkujiya li Pirsûsê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.
Girseya gel, ji bo komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Pirsûsê şermezar bike, li ber Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Viyanayê civiya. Girseya gel lanet li terora DAIŞ'ê anî û dewleta Tirk şermezar kir.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Lêde gerîla lê de, Kurdistanê ava bike", "Terorîst Erdogan", "Tirkiye fînanse dike, DAIŞ bombe dike" hatin qîrîn û belavoka li ser komkujiya li Pirsûsê hat amadekirin, hat xwendin.
Di çalakiyê de her wiha ji bo çalakiya protestoyî ya roja Çarşemê li Stephanplatz a li Viyanayê banga tevlîbûnê hat kirin. Tevî Viyana, wê li bajarên Graz, Bregenz û Lînzê jî çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.