Komkujiya li Pirsûsê li Elmanyayê bi girseyî hat protestokirin
Êrîşa bombeyî ya li Pirsûsa Rihayê li dijî endamên SGDF’ê pêk hat, li gelek bajarên Elmanyayê bi girseyî hat protesto kirin. Di çalakiyan de yên komkujî pêk anîn hatin lanetkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
sêşem, 21 tîrmehê 2015, 07:04
Êrîşa bombeyî ya li Pirsûsa Rihayê li dijî endamên SGDF’ê pêk hat, li gelek bajarên Elmanyayê bi girseyî hat protesto kirin. Di çalakiyan de yên komkujî pêk anîn hatin lanetkirin.
GÎESSEN
Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê bi dehan kes hatin cem hev û li Kîchplatzê êrîş proteseto kirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokatîk ve pêk hat. Meclisa Jinan a Berçem, AKM Gîessen û Êzidî beşdarî çalakiyê bûn. Bi dirûşmeyan hêrsa li dijî AKP û DAIŞ’ê anîn ziman û piştî daxuyaniyê girse belav bû.
HAMBÛRG
Li Hambûrgê jî komkujiya Pirsûsê hat lanetkirin. Bi banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Hambûrgê saet di 17.00’an de li ber seferatxaneya Tirkiyeyê mîtîngek pêk hat û hat diyar kirin ku dewleta Tirkiyeyê berpirsê êrîşa li Pirsûsê ye û ji AKP’ê hesab hat pirsîn. Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr bang li hikûmeta Elman kir ku li dijî hikûmeta Tirk bibe xwedî helwest.
Piştî axaftinan girseyê dest bi meşê kir. Meş li taxa Sternschanze bi dawî bû.
Li bajarê Freîbûrgê jî bi heman armancê çalakiyek pêk hat. Girse ji ber avahiya dadgeha li Holzmarktê derbasî meşê bû û ji vir jî berbi navenda bajar ve dest bi meşê kirin. Meş ji aliyê Navenda Civaka Kurd ve hat operganîzekirin. Di nav de endamên Antîfa û Dîe Lînke jî heye nêzî 500 kesî beşdar bûn. Di meşê de belavok hatin belavkirin û li navenda bajar daxuyaniyek hat dayîn. Deqeyek rêz hat girtin û sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hat xwendin.
BREMEN
Li Bremenê jî Kurdan û dostên Kurdan komkujî lanet kirin. Kurd li ber parlamentoya eyaleta Bremenê hatin cem hev û demokratên Tirkiyeyê, Parlamenterên Partiya Çep, ciwanên sosyalîst çep, endamên Komîteya Piştevaniya Kobanê jî destek dan meşê.
Deqeyek rêz hat girtin û daxuyaniya NAV-DEM’ê hat xwendin. Piştre parlamenterê partiya Çep Cindî Tuncel axaftinek kir û komkujî lanet kir.
Nûnerê NAV-DEM’ê Saît Bîlgîn jî got êrîş li dijî yekîtiya demokratîk ya li Kobanê tê avakirinê pêk hatiye.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm jî Navenda Civaka Kurd û Yekîtiya Hêza Demokratîk çalakiyek pêk anîn.
Çalakiyê saet di 18’an de bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre daxuyaniya NAV-DEM’ê hat xwendin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd Halîs Dogan jî axivî û got ev komkujî li Kurd û Sosyalîstan pêk hatiye. Her wiha got komkujî sûcê mirovahiyê ye.
Di çalakiyê de ATÎK,AGÎF, AABF, YXK, SKB, Dîe Lînke, Grunen, MLPD peyamek dan. Nêzî hezar kesî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bang hat kirin ku hemû kes beşdarî çalakiya roja çarşemê saet di 19.00’an de ji bo protestokirina tecrîdê pêk tê, bibin.
HANNOVER
Li bajarê Hannover bi pêşengiya Ciwanên Azad meşek pêk hat û bi hezaran kesî li Qada Steîntor dest bi meşê kirin. Yekîtiya Hêza Demokratîk, Çepa Elman û rêxistinên sosyalîst destek dan meşê. Belavokên NAV-DEM’ê hatin belavkirin. Dovîz û pankartên komkujî lanet dikirin hatin hildan. Piştî meşê mîtîngek pêk hat. Nûnerê NAV-DEM’ê Abdullah Efe banga mezinkirina piştevaniyê kir.
NURNBERG
Li Nurnbergê li ber Lorenkîche mîtîngek pêk hat. Piştre girseyê berbi Mafîenplatzê dest bi meşê kir. Pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk meş organîzekirin û gelek saziyan destek dan meşê.
Di mîtînga li Lorenzerplatz pêk hat de peyamên yekîtiyê hatin dayîn.
STÛTTGART
Li Stûttgartê jî li Schlosplatzê çalkakî pêk hat. AvEG-Kon, AGÎF, Joung Struggle, Nav-Dem, ATÎK, AABF, ADHK, DÎDF, Piştevaniya Jinan a Kurd, Piştevaniya Enternasyonal û Alinterî beşdarî çalakiyê bûn.
Nêzî hezar kesî beşdar bûn û li ser navê NAV-DEM’ê axaftinek bi kurdî hat kirin û daxuyaniya NAV-DEM’ê hat xwendin.
Nûnerê AvEG-Konê Necatî Abay axaftinek kir û navê endamên SGDF’î yek bi yek xwend û got ew hevalên me, zarok û hevrêyên mene. Abay got ew îro hemû SGDF’î ne.
Di çalakiyê de alên AvEG-Kon, AGÎF, DÎDF, Bîr-Kar, Yekîtiya Têkoşînê, MLPD, MLKP û dovîz hatin hildan.
DORTMÛND
Li Dortmûndê jî li Hansplatzê mîtîngek pêk hat. DAKME,DÎDF, MLKP, YXK û Dîe Lînke destek da çalakiyê. Bi tevahî 500 kes beşdarî çalakiyê bûn. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk Medenî Ak axaftinek kir û got çavsoriya AKP û DAIŞ’ê dîsa zarokên herî xweşik hedef girtin.
Ak bi lêv kir ku wê hesabê vê komkujiyê bê pirsîn. Li ser navê AGIF’ê jî axaftinek hat kirin. Platforma Jinan a Dortmundê DIDF’ê û dayikên aştiyê jî axaftinek kirin. Ji bo mîtînga îro li Hagen pêk tê jî bang hat kirin.
SAARBRUCKEN
Li Saarbruckenê jî komku jî hat protesto kirin. Ji bo ciwanên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Girse derbasî meşê bû Tirkiye hat şermezarkirin.
Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û hat diyar kirin ku ciwanên hatine qetilkirin di cejna pîroz a muslimanna de hatine qetilkirin û got ciwan ji bo kêfa gelê Rojava bînin wê biçûna. Her wiha hat gotin ku wêji boher ciwanê hatiye qetilkirin wê darekî biçînin.
WÛPPERTAL
Li ber Cîty Arkaden bi hezaran kes hatin cem hev û alên YPG / YPJ, KCK, HDP, KJB, MLKP, BÎR-KAR, MLPD’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.
Piştî meşê mîtîngeke pêk hat û hevserokê Navenda Civaka Kurd ay Wûppertalê Savci Azar axivî û got komkujiya hatiye kirin li dijî rumeta mirovahiyê hatiye kirin û wê heta dawiyê têbikoşin.”