Yuksekdag: Desthilatdariya siyasî ji komkujiyê berpirsyar e

Heyeta HDP, DBP, HDK û KCD'ê li baxçeyê Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya komkujî lê pêk hat lêkolîn kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li cihê teqînê axivî got: "Berpirsiyarê komkujiyê desthilatdariya siyasî ye."

Heyeta HDP, DBP, HDK û KCD'ê li baxçeyê Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya komkujî lê pêk hat lêkolîn kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li cihê teqînê axivî û wiha got: "Ya li vir îxmal û kêmasiya ewlehiyê nîn e raste rast organîzasyoneke mezin e. Li sînorê Rojava bêyî MÎT'ê tu kes nikare gavekê bavêje û tev bigere." Yuksekdag anî ziman ku berpirsiyarê komkujiyê desthilatdariya siyasî ye.

Heyeta HDPD, DBP, HDK û KCD'ê li baxçeyê Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya Pirsûsê ya komkujî lê pêk hat lêkolîn kir û bi welatiyan re hevdîtin kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevberdevkên HDK'ê Sabahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û parlementerên HDP'ê Leyla Guven, Gulser Yildirim, Edîp Berk û Çagla Demîrel li cihê teqînê lêkolîn kirin û daxuyanî dan çapemeniyê.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag axaftina xwe bi gotinên "Bi xwe re ji bo zarokên Kobanê yên ji komkujiyê derketin lîstok, ji bo ji nû ve Kobanêya vegêraye xirabeyê şitil anîn 300 ciwan îro li vir 30 ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo êrîşên wisa namerd bike li Tirkiyeyê xwe rêxistin kir." dest pê kir û diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê yên li tevahiya Rojava têk diçe serî li komkujiya dan. Yuksekdag anî ziman ku xeleqa yekemîn a komkujiyê bi êrîşa Amedê dest pê kir û divê teqez tedbîr bên girtin û piştî van hişyariyan ew hedef hatin girtin.

'DESTHILATDARÎ HEVKARÊ KOMKUJIYÊ YE'

Yuksekdag got, "Bi çeteyê DAIŞ'ê re na bi me re têkoşîn kirin" û wiha axivî: "Bi salan ji gotina DAIŞ rêxistina terorê ye reviyan. Desthilatdariya siyasî ya Tirkiyeyê hevkarê komkujiyê ye. Heke ev ciwan jî weke çeteyên DAIŞ'ê bi çekan û veşarî li sînor derbas biban îro nedihatin qetilkirin. Yên çekan, bombeyan hildigirin û komkujiyan dikin bi rihet digerin û berpirsiyarê vê yêkê jî desthilatdariya siyasî ye. Li Tirkiyeyê û yek jî li vî sînorî yanî sînorê Rojava tu kes nikare bêyî MÎT'ê tev bigere."

KÊMASIYA EWLEHIYÊ NA ORGANÎZASYONEKE MEZIN E

Yuksekdag da zanîn ku daxuyaniyên hikûmet yên dawî û piratîkên dawî ji komkujiyê re zemîn amadekirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Operasyonên demên dawî, komkujî, zimanê nefretê ji komkujiyê re zemîn amade kir. Îro 30 ciwanên şehîd kietin ji bo vîna mirovahiyê ya hêza siyasî ya Tirkiyeyê pêk neanîn li vir bûn. Bi mehane me got Riha rageşiyê dijî. Li vir berpirsiyariya Waliyê Rihayê û hêzên ewlehiyê heye. Divê demildest Waliyê Rihayê û hêzên din ên ewlehiyê yên hevkariya vî suc kirin ji peywirê bên girtin.Li vir tu îxmal û kêmasiya ewlehiyê tuneye li vir organîzasyonekî gelek mezin heye."