KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Jinan bi lêdana beroşan komkujiya Pirsûsê şermezar kirin
Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê, Komkujiya Pirsûsê bi lêdana beroşan şermezar kirin. -
Polîsan bi ser Komeleya Hemwelatiyê Azad û Wekhev de girt
Polîsan bi ser Komeleya Hemwelatiyên Azad û Wekhev a taxa Îskenderpaşaya Sûrê de girtin û 8 welatî binçav kirin. -
Tê îdîakirin 'Artêşa Tirk-DAIŞ!' li Kîlîsê pevçûn
Hat diyarkirin ku li herêma sînor a li herêma Ezazê di navbera leşkerên Tirk û çeteyên DIAŞ’ê de şer derket. Hat ragihandin ku efserekî Tirk hatiye kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne. -
Rayedarên Kobanê cihê komkujî lê pêk hat ziyaret kirin
Rayedarên Kantona Kobanê, Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya 20’ê Tîrmehê rastî êrîşa bombeyî hat û 31 kesan jiyana xwe ji dest ziyaret kirin. -
Nasnameya 3 şervanên YPG/YPJ hatin aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên YPG û YPJ’ê yên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn bi daxuyaniyekê aşkera kir. -
Ji polîsên li Amedê birîndar bû yek mir
Polîsên girêdayî Şaxa Trafîkê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê li ser rêya Şehîtlîkê rastî êrîşa çekdarî hatin. Di encama êrîşê de 2 polîs birîndar bûn û polîsê birîndar Tansu Aydin li nexweşxaneyê mir. -
Komkujiya Parîsê: Gilîname MÎT'ê nîşan dide
Gilînameya li ser komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an qediya û radestî dadgehê hat kirin. Edaleta Fransa, cara yekê ye di cînayeteke siyasî de dewleteke biyanî ewçend bi awayekî vekirî nîşan dide. -
Nuray Koçan li Mûdanyayê spartin axê
Cenazeyê Nuray Koçan ê di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da û duh anîn Mudanyayê ji aliyê malbat û hevalên wê ve hat oxirkirin. -
Gerîlayê HPG'ê Alpaslan li Licê hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Baran Alparslan (Cemîl Andok) ê li Herêmên Parastinê yên Medya di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Licê ya Amedê bi merasîmekê li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" hat definkirin. -
YPG: Li Hesekê 5 nuqte, li Kobanê 2 gund hatin rizgarkirin
Li Hesekê û Kobanê hêzên YPG/YPJ'ê her bi pêş ve diçin. Di operasyonên duh de li Hesekê 5 nuqteyên girîng, li Kobanê jî 2 gund û girek ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Her wiha çeteyek jî bi saxî hat zevtkirin -
Polîsan dest danîn ser alavên şehîdan
Polîsan dest danîn ser çenteyên şehîd û birîndarên Pirsûsê. Polîsên alavan nadin parêzeran gotin, “Yan ew yan jî bila malbatên wan bên.” -
Li Amed û derdora wê şermezarkirina tecrîdê
Ciwanên tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin, 22’ê Tîrmehê rêya Licê û Hênê li çûn û hatinê girtin. -
Tecrîd li Serhedê hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek navendan tê protestokirin. -
Li herêmên gerîlayan keşf, li Dêrsimê şewata daristanan
Pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medya keşfê pêk tînin. -
Çîroka şehadetê ji vir destpê kir
Yek ji malbatên Kobanê ya azad bi xwîna wan hat avdan. -
Li Kurdistanê tevgera leşkerî
Li Colemêrgê tevgera helîkopteran didome û ji Amedê ber bi Mêrdîn û bajarên herêmê jî sewqiyata leşkerî tê kirin. -
Li Konyayê endamên DAIŞ'ê bi çekê êrîşî Kurdan kirin!
Li navçeya Karatay a Konyayê, endamên DAIŞ'ê avêtin ser malên Kurdan û gefa "Em ê serê we jê bikin", "Em ê bombeyan biavêjin malên we" xwarin. Di bûyerên ku polîsan bi tenê lê temaşe kirin de hevser û kurê serê berê yê HADEP'ê biçekê birîndar bûn. -
Kurdên li Ewropayê li dijî tecrîdê daketin kolanan
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê tê protestokirin. Li Parîs, Mannheîm û Freîbûrgê Kurd û dostên wan hatin cem hev û nerazîbûn nîşanî tecrîdê dan. Di çalakiyan de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. -
Li Dusseldorfê wê li dijî tecrîd û komkujiyê meş bê lidarxistin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya li Pirsûsê wê li bajarê Elmanya Dusseldorfê bê protestokrin. -
Girtiyên PAJK û PKK’ê li dijî komkujiyê sê rojan dikevin grevê
Girtiyên PAJK û PKK'ê dan xuyakirin ku li hemberî komkujiya Pirsûsê ‘3 rojan di şînê de 3 rojan di îsyanê de’ ne. -
Ayata: Divê her kes hîn bêhtir li ber xwe bide
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata got, "Divê xwediyên van lîstikên desthilatdariyê yên bi xwîn werin lanetkirin, ji ber ku hevkarên sûc in, ji aliyê qanûnî û hiqûqî ve berpirsyariyên xwe hene." -
"Ne li dijî DAIŞ’ê li dijî HDP’ê şer dan destpêkirin"
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik diyar kir ku hikûmeta AKP'ê, bi dijminatiya xwe ya li Kurdan re nêzî komkujiya li Pirsûsê dibe û got, "Li dewsa ku li dij DAIŞ'ê şer bide destpêkirin li dij Tevgera Azadiya Kurd û HDP'ê şer dide destpêkirin." -
Ji bo Êzidiyan kampanya îmzeyan a ji bo darizandina berpirsyaran
Komeke bi navê "Kurd û dostên Kurdan ên li Swêdê" ji bo darizandina berpirsyarên ku Êzidiyên par li Şengalê rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hatin neparastin, dest bi kampanya îmzeyan kir. -
Gerîla Karo li Qendîlê bi girseyî hat veşartin
Gerîlayê Kurd Karo Sinê (Osman Tal) ku berê demekê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Qendilê bi merasîmek girseyî li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr hat definkirin. -
Ji Ûppsala heta Stockholmê meşa ji bo azadiya Ocalan
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Ûppsalayê dijîn, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo pêkhatina azadiya Ocalan, ber bi paytext Stockholmê ve dimeşin.