Kurdên li Ewropayê li dijî tecrîdê daketin kolanan

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê tê protestokirin. Li Parîs, Mannheîm û Freîbûrgê Kurd û dostên wan hatin cem hev û nerazîbûn nîşanî tecrîdê dan. Di çalakiyan de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê tê protestokirin. Li Parîs, Mannheîm û Freîbûrgê Kurd û dostên wan hatin cem hev û nerazîbûn nîşanî tecrîdê dan. Di çalakiyan de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.

PARÎS

Li parîsê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Pisrûsê, hat protestokirin.

Çalakiya bi pêşengiya Ciwanên Azad a Parîsê û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê pêk hat, li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê destpê kir. Yekîtiya Jinên Sosyalîst, AÇTÎT û endamên FEDA’yê beşdarî çalakiyê bûn û deqeyek rêz hat giritn. Li ser navê Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê Zozan Serhat û li ser navê SKB’ê Esra Demîr axaftin kirin.

Di axaftinan de hat diyar kirin ku tecrîda li ser Ocalan pêk tê li ser gelê Kurd pêk hatiye û hat gotin ku heta tecrîd neyê rakirin wê çalakî bidome.

Di axaftinên hatin kirin de ev tişt hatin gotin: "Tecrîda dewleta Tirk a faşîzan li Rêber Apo pêk tîne, li ser Civaka Kurd pêk tê.  Heta ev tecrîd neyê şikandin em ê di çalakiyê de bin. Komkujiya li dijî endamên SGDF’ê hatiye kirin jî bi destê dewleta Tirk hatiye kirin. Lê 32 canên ku jiyana xwe ji dest dan, ji bo avakirina aştiyê û Kobanê di nava organîzasyonê de bûn. Ji ber vê jî ev êrîş li dijî aştî û mirovahiyê pêk hatiye.  Em xemgînin lê hêrsa me pir mezine. Em ê ji dewleta Tirk hesab bipirsin."

Têkildarî komkujiya Pirsûsê de banga gelek çalakiyan hat kirin.

DÎROK Û CIHÊ ÇALAKIYAN

23, 24, 25’ê Tîrmehê saet di 10.00 -19.00’an de çalakiya kon.
Cih: Qada Republiqe.
25’ê Tîrmehê  Şemî, saet di  14.00'an de meş û mîtîng
Cih: Metroya Gare de l'est.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî di çarçoveya kampanyaya ji aliyê TJKE’ê ve tê meşandin de, mîtîngek pêk hat. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn li Monckebergstrasse pêk hat. Di çalakiyê de hat xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan û  girtina siyasetmedarê Kurd Ahmet Çelîk jî protesto kirin. Hat xwestin ku qedexeya PKK’ê bê rakirin û li dijî Erdoganê ku destekê dide DAIŞ’ê helwest bê girtin.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn axaftin hatin kirin û  polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan pêk tê hat nirxandin û hat destnîşan kirin ku  ev êrîşeke li dijî tevger û îradeya me ye. Daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Qetilkirina 32 ciwanan jî bi şert û mercên tecrîdê re eleqedere. Komkujî her çiqas bi destê DAIŞ’ê pêk hatibe jî  li pişt vê AKP heye. Em dixwazin Abdullah Ocalan bê şert û merc bê berdan. Azadiya Rêbertiya me azadiya hemû jin û gelê m eye. Divê qedexeya PKK’ê bihata rakirin, lê berovajî vê siyasetmedarên gelê me tên girtin û destekê didin polîtîkayên tecrîdê. Girtina Ahmet Çelîk skandal e. Tevî Çelîk li dijî qanûnên Elmanyayê bi rêzdarî tevgeriyaye jî hatiye girtin."
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû. 

FREÎBÛRG

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê çalakî pêk hat. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Freîburg ve hat organîzekirin.  Nêzî 600 kesî beşdarî çalakiyê bûn. Girseya li  Kartoffelplatz civiyan di destê wan de posterên Ocalan û filamayên kesk-sor-zer heta navenda bajar meşiyan. Dirûşme hatin berzkirin û belavok hatin belavkirin. Li navenda bajar li ser navê girseyê daxuyaniyek hat dayîn û balkişandin ser tercîda li ser Ocalan. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Rêbertiya me ya îradeya mîlyonan kesiye divê azad bê berdan.  Her wiha bang li hemû hêzên navneteweyî hat kirin ku di vê mijarê de bi hestiyarî tevbigerin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya Pirsûsê bi beşdarbûna hezaran hat protestokirin. 

Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Mannheîm û Yekîtiya Hêza Demokratîk li Wasserturm Platz dest pê kir.  Di çalakiyê de wêneyên Ocalan û kesên jiyana xwe ji dest dane hatin hildan.

Dirûşme hatin berzkirin û belavokên bi Elmanî hatin belavkirin.

Li ser navê Komîteya Tertîk Cano Yildiz balkişand ser zextên dewletên Ewropayê û  got girtina endamê Desteya Rêveber a NAV-DEM’ê Ahmet Çelîk nayê qebûlkirinê û got divê demildest Elmanya dest ji vê helwesta xwe berde.

Yildiz nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û got divê demildest ev îzolasyon bê rakirin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd Halîs Dogan jî got divê li dijî polîtîkayên dij demokratîk yên AKP’ê deng bê bilindkirin. Endamê Desteya Rêveber a NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan got wê şopdarê tecrîd û komkujiyê be.

Nûnerê MLKP’ê Ozgur Maraş jî axaftinek kir û got wê AKP di xwînê de bixeniqe.

...