Polîsan bi ser Komeleya Hemwelatiyê Azad û Wekhev de girt

Polîsan bi ser Komeleya Hemwelatiyên Azad û Wekhev a taxa Îskenderpaşaya Sûrê de girtin û 8 welatî binçav kirin.

Piştî êrîşa li hemberî polîsan ku yek jê mir û yek jî birîndar bû, polîsan bi ser Komeleya Hemwelatiyên Azad û Wekhev a taxa Îskenderpaşaya Sûrê ya Amedê de girtin. Polîsan li komeleyê lêgerînê pêk tîne û dinav de hevserokê komeleyê Cengîz Ekîcî jî heye 8 welatî binçav kirin

Hat ragihandin ku lêgerîna polîsan a li komeleyê didome û tê gotin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.