Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku operasyonên YPG/YPJ'ê yên li dijî çeteyên hewl didin navenda Hesekê dagir bikin, dewam dikin.
Navendê diyar kir ku hêzên wan ên li rojhilat, başûr û rojavayê Hesekê bi pêş ve diçin, dorpêça xwe a li dora çeteyên li navenda bajêr kêlî bi kêlî teng dikin û der barê rewşa dawî de ev agahî da:
"Hêzên me duh pişt nîvro li taxa Neşwê ya rojavayê Hesekê, 5 nuqteyên din ên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin, rizgar kirin. Hêzên me îro danê sibehê jî pêşketina xwe dewam kirin û Medreseya Harûn Reşîd a li taxa Neşwê ji çeteyan paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.
Operasyona hêzên me ya ku cih bi cih şer diqewime, dewam dike."
LI BAŞÛRÊ KOBANÊ 2 GUND Û GIREK HATIN RIZGARKIRIN: ÇETEYEK BI SAXÎ HAT GIRTIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku operasyonên li başûrê Kobanê jî bê navber dewam dikin û destnîşan kir ku di çarçoveya operasyonan de duh bi roj û şev derbên giran li çeteyan hatine xistin.
Navendê da zanîn ku di van operasyonan de hêzên YPG/YPJ'ê, gundên Şuxha û Mirabba, dîsa girê Mirabba ji çeteyan paqijkirin. Di operasyona li gundê Şuxha de endamekî çeteyan bi saxî hatiye girtin.
Navendê got, "Hêzên me li başûrê gundên Elganê û Qilhaydê jî pêşketine xwe berdewam kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van operasyonan de nehatiye zelalkirin.
Di şerê van operasyonan de 5 hevrêyên me yên ku bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê."
Navenda Çapemeniyê wekî din ragihand ku di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û komeke çeteyan a xwe gihandibû gundê Til Hemama Tirkmena ya li nêzî bajarokê Silûkê, şer qewimiye û piştî vî şerî hêzên YPG/YPJ'ê dest bi operasyoneke berfireh kirine.