Komkujiya Parîsê: Gilîname MÎT'ê nîşan dide
Gilînameya li ser komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an qediya û radestî dadgehê hat kirin. Edaleta Fransa, cara yekê ye di cînayeteke siyasî de dewleteke biyanî ewçend bi awayekî vekirî nîşan dide.
Gilînameya li ser komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an qediya û radestî dadgehê hat kirin. Edaleta Fransa, cara yekê ye di cînayeteke siyasî de dewleteke biyanî ewçend bi awayekî vekirî nîşan dide.
Gilînameya li ser komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an, ku 3 şoreşgerên jin ên Kurd hatin qetilkirin qediya û radestî dadgehê hat kirin. Edaleta Fransa, cara yekê ye di cînayeteke siyasî de dewleteke biyanî ewçend bi awayekî vekirî nîşan dide. Lêpirsîna li ser qetilkirina ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez piştî du sal û nîvan qediya.
Dozgeriya Parîsê gilînameya xwe ya dawî di 9'ê Tîrmehê de da.
Li gorî rojnameya Le Monde û rojnameya mîzahê Le Canard Enchaîne, dozger xwest bersûcê komkujiyê Omer Guney radestî dadgeha cezayê giran bê kirin. Omer Guney tê sûcdarkirin ku bi rêxistineke terorîst re cînayet kiriye.
Li gorî Le Monde ku xwe gihand kopyayeke gilînameyê, gilînameya ji zêdeyî 70 rûpelan, berhemeke bêhempa ye.
Edaleta Fransayê dibêje ku rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT dibe ku tevlî vê cînayeta siyasî ya li Fransayê bûye.
Ji ber ku yên sûc dane kirin bi zelalî nehatine tespîtkirin, dozgerî bi îhtiyadî nêzî asta tevlîbûna MÎT'ê ya li bûyerê dibe.
Di lêpirsînê de bal tê kişandin ser cihêtiya di navbera dewleta kûr de û li ser îhtimala 'darbeyeke komên mûxalefetê yên dijberê pêvajoya aştiyê' jî radiweste.
Dozgerî di gilînameya xwe de dibêje, "Gelek unsûrên di prosedurê de gumanan diafirînin, ku MÎT tevlî cînayetê û amadekirina cînayetê bûye."
Di gilînameyê de bi awayekî tespîtkirî tê gotin ku bersûcê komkujiyê Omer Guney sîxurtî kiriye û tê ragihandin ku bersûc li Tirkiyeyê bi kesekî yan jî kesan re hevdîtinên veşartî kiriye.
Lê belê nehat tespîtkirin ku ajanên MÎT'ê bi erêkirina payebilindên xwe tevlî vê bûyerê bûne, yan jî ji bo têkbirina pêvajoya aştiyê tevgeriyane.
Li gorî gilînameyê Omer Guney dema hat girtin, xwest ku agahî ji Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Parîsê re bê dayîn. Ev yek jî rewşeke ku gumanan zêde dike ye.
Parêzerê malbatên sê şoreşgerên jin ên Kurd ên hatin qetilkirin Antoîne Comte, asta xebata edaleta Fransayê meşandiye, silav kir.
Comte got, "Meqamên edlî, cara yekê ye di cînayeteke siyasî de dewleteke biyanî ewçend bi awayekî vekirî nîşan dide û helwestê diyar dike. Desthilatdariya siyasî hînê der barê vê dozê de daxuyanî nedaye."
Belgeyên li ser komkujiyê yên di înternetê de hatin weşandin, roleke girîng lîstin. Sê roj piştî salvegera yekemîn a komkujiyê, di qedeyeke deng a di 12'ê Çileya 2014'an de li înternetê hat weşandin de, kujer bi du kesên ji servîsa îstîxbarata Tirk re li ser plana cînayetê diaxivî.
Piştî du rojan di 14'ê Çileyê de vê carê belgeya ku ferman dida kujer ji bo Sakîne Cansiz qetil bike, hat weşandin. Li binê vê belgeya fermanê îmzeya rayedarên MÎT'ê midûrê şaxê O. Yuret, Serokê Daîreyê U.K.Ayik û Alîkarê Serok S. Asal û Serok H. Ozcan hebûn. Ev belgeya di 18'ê Mijdara 2012'an de hat amade kirin, nîşan dida ku ji bo êrîşeke gengaz 6 hezar Euro hatiye xerckirin. MÎT'ê ev belge red kir, lê kovara Der Spîegel a Elman, rastiya vê belgeyê piştrast kir.
Enqere, agahiyên di destê xwe yên li ser Omer Guney bi dozgerên Fransayê re parve nake. Parêzerên sê jinê şoreşger jî ji servîsên Frsansayê xwestin ku agahiyên di destê xwe de parve bikin. Di Nîsana 2015'an de derket holê ku hikûmeta Fransayê biryara nepenîtiyê ya li ser agahiyên di destê servîsên îstîxbaratê de bi qismî rake. Lê belê agahiyên biryara nepenîtiyê ji ser hat rakirin, bi tenê agahiyên ji aliyê raya giştî ve dihat zanîn bû. Hemû agahiyên din hatin sansurkirin.
Piştî ku di ser komkujiyê re zêdeyî du sal derbas bûn di Gulana 2015'an de dozger Jeanne Duyé biryar da ku lêpirsînê bigire.