BI DÎMEN

Gerîla Karo li Qendîlê bi girseyî hat veşartin

Gerîlayê Kurd Karo Sinê (Osman Tal) ku berê demekê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Qendilê bi merasîmek girseyî li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr hat definkirin.

Gerîla Karo Sinê (Osman Tal) ku ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê bajarê Kobanê û di demeke berê de jiyana xwe ji dest da, li Qendilê li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr bi merasîmeke leşkerî hat definkirin. Di heman merasîmê de gerîlaya Kurd Newal Selmas jî ku di sala 2011’de li herêma Hewremanê jiyana xwe ji dest da hat bîranîn. 

Cenazeyê Karo li binarê Qendîl bi meşeke girseyî û bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin', 'Bijî Serok Apo' û 'Bê Serok Jiyan Nabe' anîn Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr. Di merasîmê de Endama Koordînasyona PAJK'ê Emîne Erciyes, Endama Meclîsa PJAK'ê Şervîn Mazlûm, Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Seyîdxan Dêrsim, fermandarên HPG’ê û dayika Karo Şerîfe Tal jî amade bûn. 

Di merasîmê de destpêkê Endama Koordînasyona PAJK'ê Emîne Erciyes axivî û got, "Em îro ji bo du hevalên xwe li vir amade ne. Hevalê Karo li Rojavayê Kurdistanê Kobanê şehîd ket, dîsa hevala me Newal li Rojhilatê Kurdistanê li Hewremanê şehîd ketiye. Û gelê Hewreman jî heya niha şehîd Newal  parastiye, em spasî ji bo wan dikin. Em her du hevalan jî li vir bibîr tînin û bejna xwe li ber lehengiya wan ditewînin. Em dibêjin ku şehîd her tim dijî û em ê heya dawiya jiyana xwe jî wan bidin jiyîn. Em ê rêya hevalên xwe berdewam bikin û careke din soza bilind kirina tekoşîna wan didin."

Piştî axaftina Erciyes dayika Karo Şerîfe Tal axivî û got, "Ez ji bo şehîdê xwe serbilind û serfîrazim. Niha ez gelek kêfxweşim ku dayika aştiyê me, bîjî Kurd û Kurdistan."

Herî dawî Endama Meclîsa PJAK'ê Şervîn Mazlûm axivî û got, "Ji bo bîranîna her du heval, her du şoreşger, her du qehreman ji bo hemû gelê Kurd û bi taybet ji Rojhilatê Kurdistan em serxweşî dixwazin û ji bo malbatê hevalê Karo ku heya îro jî di nav me de cihên xwe digirin serxweşî dixwazin. Hevalê Karo li Rojhilatî Kurdistan tevlî xebatên ciwanan bû û li Rojavayê Kurdistanê jî tevlî xebatên parastinê bû. Wî ne tenê ji bo parçeyekî Kurdistanê şer kir, ji bo yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê şer kir. Hevalê Karo jî weke malbata xwe niştimanperwer bû. Em dîsa bejna xwe li ber van şehîdên xwe ditewînin."

Piştî axaftinan cenazeyê Karo bi dirûşmeyan li axê hat spartin.

...