KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hewldana êrîşa bombeyî ya çeteyan hat şikandin
Hêzên YPG/YPJ'ê yên dor li Sirînê girtine, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li derdorê şikandin. Duh danê nîvro çeteyan hewl dan bi wesayîta bombebarkirî êrîşê bikin û ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê yên bi êrîşê hewldanê hesiyan ve, hat pûçkirin. -
Ji KCD’ê banga pêşxistina berxwedanê
KCD’ê li hember operasyonên siyasî û leşkerî yên AKP’ê nerazîbûn nîşan da û banga têkoşîna aktîf û hevpar kir. -
Çend wêne ji Sergelê
Di êrîşa balafirên şer ên Tirk a li dijî gundê Sergelê yê navçeya Duhok Amediyeyê de, zarokekî 11 salî birîndar bû. Şewata piştî êrîşa hewayî rû da jî, dewam dike. -
Li Ebexê ciwanan rê li trafîkê girtin, nasname kontrol kirin
Li gundê Avasor ê navçeya Wan Ebexê, ciwanan rêya Ebex-Avasor li trafîkê girtin û nasname kontrol kirin. -
Ciwanan li gelek deveran rê girtin û nasname kontrol kirin
Ciwanên Kurd li gelek bajarên Kurdistanê rê li çûnûhatinê girtin û nasname kontrol kirin. Wesayîtên kesên bi dewletê re hevkariyê dikin şewitandin. -
Gelê Wanê wê li dijî êrîşan sibe dakeve kolanan
Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Wanê, xwestin bomberdûmana li hemberî gerîla û operasyonên qirkirina siyasî bi dawî bibin. Rêxistinên her du partiyan bang tevlîbûna çalakiya sibe, li gel kirin. -
DBP: Em ê têkoşîna xwe derxînin asta herî bilind
DBP'ê nerazîbûneke tund nîşanî bomberdûman û binçavkirinan da û destnîşan kir ku AKP 'hikûmeta şer' e. DBP'ê xwest dawî li bomberdûmanê bê anîn, binçavkirî serbest bên berdan û diyar kir ku ew têkoşîna xwe derxînin asta herî bilind. -
Xizmên windayan li hember operasyonan nerazîbûn nîşan dan
Xizmên windayan û ÎHD'ê di çalakiyên xwe yên hefteyî de bertek nîşanî operasyona li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya pêk hatin dan -
KCK: Em qet dereng nemînin, derhal têkoşînê bilind bikin-HAT NÛKIRIN
KCK: Bi tenê rêyek li pêşiya me ye. Ev yek jî; bi berfirehkirina tifaqên hêzên demokrasiyê re, li dijî gurûha çete û faşîst a Erdogan bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. -
Bombardûman wê li Başûrê Kurdistanê bê protestokirin
Bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastina Medyayê wê îro li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê çalakî bêne lidarxistin. -
Ji gerîlayên TÎKKO çalakî
Gerîlayên TÎKKO li hember Komkujiya Pirsûsê çalakiya bersivdanê pêk anîn. Di çalakiyê de der barê windahiyên leşkeran de agahî nehatin girtin. -
Li Girê Spî 3 teqînên cuda!
Li Girê Spî ya di kontrola hêzên YPG û Burkan El-Firat de li pey hev sê teqînên cuda rû dan. -
MAT: Şer rawestînin, dawî li tecrîda li ser Ocalan bînin
MAT, li hember konsepta şer a AKP bikar tîne nerazîbûn nîşan da, bang li hikûmetê kir ku şer rawestîne û dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîne. -
KCK: Em qet dereng nemînin, derhal têkoşînê bilind bikin
KCK: Bi tenê rêyek li pêşiya me ye. Ev yek jî; bi berfirehkirina tifaqên hêzên demokrasiyê re, li dijî gurûha çete û faşîst a Erdogan bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. -
Qendîl tê bombekirin
Balafirên şer ên Tirk, herêma Qendîlê bombe dikin. -
Haya Barzanî ji bomberdûmanê hebû
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû da xuyakirin ku der barê operasyonên hewayî yên li hemberî qadên gerîla de, agahî ji serokê herêmê Mesûd Barzanî re hatiye dayîn. -
Wêne û dîmenên destpêkê yên qadên gerîla
Wêne û dîmenên destpêkê yên piştî bomberdûmana balafirên şer ên Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê. -
MLKP'yî: Bersiva me ya li komkujiyê wê tevlîbûneke xurttir li şoreşê û hilanîna tolê be
Şervanên MLKP'ê yên li Rojava şer dikin dan xuyakirin ku komkujiya li Pirsûsê li hemberî hemû gelan û Şoreşa Rojava hatiye kirin û gotin, "Bersiva me ya li komkujiyê wê tevlîbûneke xurttir a li şoreşê û hilanîna tolê be." -
Piştî bomberdûmanê li Sergele, Çemço û Zapê şewat derket
Di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de li Sergele, Çemço û geliyê Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê şewat derket. Şewat hînê didome. -
CDK-F: Em bomberdûmanê bi nefret şermezar dikin
CDK-F, ji bo çalakiya şermezarkirina bomberdûmana qadên gerîla û komkujiya li Pirsûsê, banga tevlîbûnê kir. -
Newşa Xerbî ji çeteyan hat paqijkirin
Piştî operasyona 3 rojan a hêzên YPG/YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, taxa Newşa Xerbî bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. -
Di bomberdûmanê de 4 sivîl birîndar bûn
Di bomberdûmana balafirên artêşa Tirk a duh bi şev saet di 22:55'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin de, gelê sivîl hedef hat girtin. 4 sivîlên di êrîşan de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li Duhokê. -
Li dijî operasyon û êrîşan banga berxwedana topyekûn
KCD-E nerazîbûneke tund nîşanî operasyonên li hemberî gerîla da û banga serhildanê li gelan kir. -
Artêşa Tirk dest bi operasyonê kir
Leşkerên artêşa Tirk danê sibehê, tevî cerdevanan li herêmên Gite Bespîn û santrala termîkê dest bi operasyonê kirin. -
Leşkerên Tirk sînor derbas kirin, gefa mirinê li gel xwarin!
Leşkerên Tirk ên ji sînorê Rojava derbasî Efrînê bûn, îşkence li gelê li herêmê kirin û gefa mirinê li mirovan xwarin.