KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Meşa gel a ji Ranya ber bi Qendîlê destpê kir
Bi armanca şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a li hember Herêmên Parastinê yên Medya ji gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê welatî li Baxê Giştî yê Ranya kom bûn. -
Li Sêmalka gel li hemberî PDK’a cenaze asteng kir dest bi meşê kir
Li Deriyê Sînor ê Sêmalka, ji ber rayedarên PDK’yî destûr nadin cenazeyên 13 şervanên YPG’yê yên li kantona Cizîrê yên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji destdane, gel ber bi deriyê sînor ve dest bi meşê kir. -
Ciwanan rêya Licê-Pasûr li çûnûhatinê girtin
Ciwanên Kurd bi armanca şermezarkirina êrîşan duh êvarî saet di navbera 19.30-22.00’an de rêya Licê-Pasûr li çûnûhatinê girtin. -
YNK: Divê dewletaTirk dawî li êrîşên xwe bîne
YNK’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li hember herêmên gerîlayan da û xwest êdî rawestin. Ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî hat xwestin ku ji bo rawestandina êrîşan hewl bide. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Îdîa ne rast in
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê da xuyakirin ku îdîayên 'Ocalan jiyana xwe ji dest daye' ne rast in û daxwaza xwe ya ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re dubare kir. -
Ciwanan rêya Çewlik-Kanîreşê li çûnûhatinê girtin
Ciwanên Kurdistanî bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û tecrîdê, rêya Çewlik-Kanîreşê li çûnûhatinê girtin. -
TUHAD-FED: Divê em têkoşîna xwe ya li dijî AKP'ê radîkal bikin
TUHAD-FED a dixwaze operasyonên siyasî û leşkerî bên sekinandin, mafên Ocalan werin ewlekirin û girtiyên siyasî serbest werin berdan got, "Em ê têkoşîna xwe radîkal bikin." -
Dayika Aştiyê Sagniç jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê û Hevsera Nivîskar û Zimanzanê Kurd Feqî Huseyîn Sagniç Rabîa Sagniç (84) li Wanê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. -
Yuksek: Armanc tinekirina destketiyên Kurdan e
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek di axaftina xwe ya li civîna dema navberê ya bi beşdariya Hevşaredarên partiya xwe de diyar kir, ku armanca konsepta şer tinekirina destketiyên Kurdan e. -
Li qadên gerîla tevgera keşfê
Tevgera keşfê ya artêşa Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi rêveberiya girtîgehê re axivî
Der barê îdîayên 'Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye' yên di medya civakî de cih girtin Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê re axivî. Buro wê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî biweşîne. -
Walîtî nahêle şewata li Amedê bê tefandin
Walîtiya Amedê nahêle şewata mezin a li navçeyên Lice, Hênê û Karazê bê tefandin. Parlamenteran berê xwe dan Liceyê. -
Ji DBP'ê giştînameya 'protesto'
DBP'ê giştînameyek weşand û xwest êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî gerîla û operasyonên qirkirina siyasî bên protestokirin. -
PDK nahêle cenazeyên şervanên YPG'ê bên derbaskirin
Cenazeyên 13 şervanên YPG'ê yên di berxwedana li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, ji bo bigihêjin Bakurê Kurdistanê ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatin şandin. Lê belê li ser sînorê Sêmalka rayedarên PDK'ê nahêlin cenaze bên derbaskirin. -
Ciwanan rê li trafîkê girtin, wesayît şewitandin
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ciwanan rêya Riha-Bêrecûkê li trafîkê girtin û qemyonek şewitandin. -
Tecrîd û bomberdûman li Marsîlyayê hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Fransa Marsîlyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bomberdûmana artêşa Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çalakiyekê şermezar kirin. -
Sariyildiz: Medya alîgir şerê psîkolojîk dimeşîne
Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz, di serî de A Haber nerazîbûn nîşanî saziyên din ên medyaya alîgir da, ku der heqê wî de nûçeyên derew û bêbingeh weşandine. -
Li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk û PDK tên protestokirin
Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin. Di çalakiyan de helwesta PDK'ê jî hat şermezarkirin. Îro jî wê ji Silêmaniyeyê ber bi Qendîlê ve meş bê lidarxistin. -
Komalên Ciwan: Roj roja mezinkirina berxwedanê ye
Koordînasyona Komalên Ciwan nerazîbûneke tund nîşanî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk da û got, "Roj, li dijî nokerî, xiyanet, mêtîngerî û komkujiyan roja rabûna ser piyan û mezinkirina berxwedanê ye." -
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li bajarên Kurdistanê pêla girtin û binçavkirinan mezin dibe. -
Neşwa Rojhilat ji çeteyan hate paqijkirin
Şervanên YPG/YPJ'ê yên pêl bi pêl qadên Hesekê yên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ne rizgar dikin, taxa Neşwa Rojhilat (Şerqî) ji çeteyan paqij kirin. -
Li Dusseldorf û Berlînê çalakiyên ciwanan
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komkujiya li Pirsûsê û bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarên Dusseldorf û Berlînê ji aliyê ciwanan ve hatin protestokirin. -
Li Rennesê dewleta Tirk bi hêrseke mezin hat şermezarkirin
Bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên Tirk, li bajarê Rennesê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi meşekê hat protestokirin. -
Êrîşa artêşa Tirk li Amsterdamê hat şermezarkirin
Komkujiya li Pirsûsê û bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê, li paytexta Hollanda Amsterdamê hat protestokirin. -
Ciwanê polîsan gule berdanê, jiyana xwe ji dest da
Li Cizîrê Abdullah Ozdal (21) ê polîsên Tirk gule berdanê, jiyana xwe ji dest da.