Li Rennesê dewleta Tirk bi hêrseke mezin hat şermezarkirin
Bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên Tirk, li bajarê Rennesê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi meşekê hat protestokirin.
Bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên Tirk, li bajarê Rennesê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi meşekê hat protestokirin.
Bomberdûmana Qendîl, Xakurkê, Behdînan, Zap, Gare, Heftanîn, Basya, Metîna û Avaşîn ji aliyê balafirên şer ên Tirk, li bajarê Rennesê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi meşekê hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ênl i bajarê Rennesê, saet di 19:30 de li meydana Dalle Du Colombîerê civiyan û bi qasî 3 kîlometreyan ber bi Meydana Şaredariyê ve meşiyan.
Di meşê de li dijî dewleta Tirk û AKP'ê dirûşme hatin qîrîn û der barê hevkariya AKP û çeteyên DAIŞ'ê de dowîz hatin rakirin, belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.
Komeleya Dostaniya Kurd Broton a rennesê, Partiya Çep a Fransayê û Brotonî bi rengê xwe tevlî meşa protestoyî bûn. Kurdistaniyên xwe gihandin Meydana Şaredariyê, ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz girtin.
Li vê derê daxuyaniya KNK'ê bi zimanên Tirkî û Fransî hat xwendin. Li ser navê Komeleya Dostaniyê ya Kurd Broton Ronan Alloûarn axivî û anî ziman ku dewleta Tirk li Kurdistanê û li metropolên Tirkiyeyê bi çeteyên DAIŞ'ê re hevkariyê dike û li dijî gelê Kurd û mûxalîfan terorê dimeşîne. Alloûarn diyar kir ku bi şerê ji bo mirovahiyê yê li Rojava re Kurdan nîşan daye ku ti hêz nikare bibe asteng li pêşiya azadiya wan û destnîşan kir ku ew bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê dewleta Tirk ve bi hêrseke mezin şermezar dikin.
Li ser navê Nûnertiya Partiya Çep a bajarê Rennesê Selîn Ersoy peyivî û helwesta welatên Ewropayê ya li hemberî Tirkiyeyê rexne kir. Ersoy da xuyakirin ku dewleta Tirk hem li qada siyasî hem jî li qada leşkerî li hemberî Kurdan şerekî topyekûn ragihandiye.
Ersoy piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd û hêzên şoreşger ên li Tirkiyeyê nîşan da û hem komkujiya li Pirsûsê hem jî bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve, bi tundî şermezar kir.
Di axaftina li ser navê KNK'ê de hat ragihandin ku hikûmeta AKP bi êrîşên xwe yên hov re dixwaze agirbesta yekalî ya ku gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi salane bi israr dimeşîne biqedîne. Nûnerê KNK'ê bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û destnîşan kir ku Kurd xwedî wê hêz û biryardariyê ne li her qadê xwe biparêzin.
Çalakiya protestoyî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.