Ciwanê polîsan gule berdanê, jiyana xwe ji dest da
Li Cizîrê Abdullah Ozdal (21) ê polîsên Tirk gule berdanê, jiyana xwe ji dest da.
Li Cizîrê Abdullah Ozdal (21) ê polîsên Tirk gule berdanê, jiyana xwe ji dest da.
Duh bi şev, li navçeya Şirnex Cizîrê bi armanca şermezarkirina êrîşa hewayî ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên qirkirina siyasî, ciwanan çalakiya protestoyî lidar xistin. Lê belê polîsên Tirk êrîşî ciwanan kirin û gule berdan sînga Abdullah Odal (21). Ozdal ê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê hat kirin, di rê de jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Ozdal piştî otopsiyê wê li Goristana Şehîd Bêrîvan a Cizîrê were veşartin.