Ji DBP'ê giştînameya 'protesto'
DBP'ê giştînameyek weşand û xwest êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî gerîla û operasyonên qirkirina siyasî bên protestokirin.
DBP'ê giştînameyek weşand û xwest êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî gerîla û operasyonên qirkirina siyasî bên protestokirin.
Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ji bo meclîsên xwe yên jin û ciwanan, hevserokên bajar û navçeyan, rêveberiyên herêmî, hevserokên şaredarî û meclîsa giştî ya bajaran, giştînameyek weşand.
Di giştînameyê de hat gotin, "Hikûmeta ku nikare xwe li serketina hilbijartinê rabigire, lîstikên xwe yên beriya hilbijartinê zêde kiriye û derxistiye asteke bilindtir. Eger di bin navê DAIŞ'ê de êrîş werin kirin, tevahiya raya giştî ya cîhanê û gelê Kurd dizane ku plansaziyê vê Serokkomar û AKP a di bin kontrola wî de ye. Komkujiya li Pirsûsê dewama komkujiya beriya hilbijartinê ya li Amedê ye. Şewatên daristanan, tevgerên keşfê, çêkirina kalekol û HES'an nîşaneya amadekariya şer bûn. AKP ji bo desthilatdariya xwe biparêze, ewçend çavsor û bê perwa bûye ku civakê ber bi kaosê bibe û rîskeke mezin a ewlakariyê derxîne ku gefê li jiyana bi mîlyonan dixwe."
'DIVÊ BI LEZ Û BEZ WERE PROTESTOKIRIN
Di giştînameyê de hat ragihandin ku operasyonên ev du roj in dewam dikin, rêveçûna welêt xistiye rewşeek xetere û banga çalakiyan kir: "Operasyonên qirkirina siyasî yên di sala 2009'an de hatin ceribandin û ti encam bi xwe re neanîn, careke din di meriyetê de ne û taktîkên têkçûyî yên operasyonên derveyî sînor, tê dewamkirin. Em ti carî li hemberî van operasyonan bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin. Pêwîste hemû rêxistinên me yên bajar û navçeyan, rêveber û endamên me, rêxistinên me yên jin û ciwanan bêyî dereng bimînin bi lez û bez van êrîşan protesto bikin û bi çalakiyan re helwesta xwe nîşan bidin. Pêwîste di rewşên bi vî rengî de bi meş û çalakiyên demokratîk û daxuyaniyên çapemeniyê re helwest were nîşandan û ev rewş bê protestokirin."