Êrîşa artêşa Tirk li Amsterdamê hat şermezarkirin

Komkujiya li Pirsûsê û bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê, li paytexta Hollanda Amsterdamê hat protestokirin.

Komkujiya li Pirsûsê û bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê, li paytexta Hollanda Amsterdamê hat protestokirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Amsterdamê, li Balafirgeha Navneteweyî ya Amsterdamê Schîpol, çalakiya rûniştinê lidar xist.

Di çalakiya Kurdistanî û Tirkiyeyiyan de komkujiya li Pirsûsê û êrîşa li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin. Di axaftinên li çalakiyê de hat gotin, "Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku aştîxwaz e û di vî warî de helwestê nîşan dide, li bersiva şer a dewleta Tirk rast hat. Pêvajoya çareseriyê hat sabotekirin."

Hat ragihandin ku AKP û dewleta Tirk a faşîst ji bo tinekirina Şoreşa Rojava, bi çeteyên DAIŞ'ê re her şêwe çalakiyên li dijî hiqûq û mirovahiyê pêk tînin û bi awayekî vekirî şer ragihandine. Hat destnîşankirin ku şer wê li Tirkiyeyê belav bibe, berdêlên bên dayîn wê giran bin û aliyê winda bike jî wê ti carî ne Kurd be.

Hat xwestin ku dewleta Tirk li şûna şer, aştiyê tercîh bike û ji bo rêvebçûna pêvajoya çareseriyê ya xetimiye bi Ocalan re dest bi hevdîtinan bike. Her wiha hat ragihandin ku divê PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin û şoreşa Rojava were qebûlkirin. Çalakî bi belavkirina belavokan re bi dawî bû.

...