Cenazeyên 13 şervanên YPG'ê yên di berxwedana li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, ji bo bigihêjin Bakurê Kurdistanê ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatin şandin. Lê belê li ser sînorê Sêmalka rayedarên PDK'ê nahêlin cenaze bên derbaskirin.
Bi hezaran şêniyên bajarên Dêrik û Girkê Legê îro saet di 09.00’an de cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê Mêrxas Kawa, Êrîş Colemerg, Canda Çarçêla, Derwîş Patnos, Dilbirîn Qoser, Kortayî, Berxwedan Eylem, Berxwedan Besta, Serhed Botan, Welat Mûnzûr, Çiya Agir, Dilsoz Buhar û Gabar Farqîn ên di berxwedana Kantona Cizîrê ya li dijî komên çete yên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan bi karwaneke ji wesayîtan ber bi deriyê Sînor ê Sêmalka hatin birêkirin.
Li vir rayedarên PKD’ê yên sînorê Sîmalka bi rêve dibin rê ne dane ku cenazeyên şervanan derbasî Başûr bêne kirin.
Bi hezaran welatiyên berê xwe dane sînor li dijî helwesta PDK’ê çalakî lidar xistin û bê navber li dijî PDK’ê dirûşmeyan diqîrin. Xwepêşandana welatiyan li ber sînor dewam dike.