Li Sêmalka gel li hemberî PDK’a cenaze asteng kir dest bi meşê kir

Li Deriyê Sînor ê Sêmalka, ji ber rayedarên PDK’yî destûr nadin cenazeyên 13 şervanên YPG’yê yên li kantona Cizîrê yên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji destdane, gel ber bi deriyê sînor ve dest bi meşê kir.

Bi sedan kesên ji Girkê Legê û Dêrikê hatin li deriyê Sêmalka PDK protesto kirin. Bi sedan kesên helwesta PDK’ê ya destûr neda cenazeyên şervanan bên derbaskirin şermezar kirin, li ser pirê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Çalakvanan da zanîn ku PDK bi fermana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û AKP’ê helwestek bi vî awayî nîşan dide. Çalakvanan nerazîbûnek mezin nîşanî wezîfedaran da.

Li sînor ku ev alozî berdewam dike, li Başûrê Kurdistanê jî malbatên şervanan li benda cenazeyên xwe ne.