KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bomberdûman û girtin li Swêdê hatin protestokirin
Êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarên Goteborg û Malmo yên Swêdê bi xwepêşandanan hat prostestokirin. -
Di meşa 'Ji Ocalan re Azadî' ya li Swêdê de AKP hat şermezarkirin
Di meşa dirêj a ji bajarê Ûppsala heta paytext Stockholmê de, ku ji bo azadiya Ocalan hat destpêkirin, bombekirina qadên gerîla ji aliyê dewleta Tirk ve, girtinên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. -
Kurdan ji Lozanê gotin: Em ê rê nedin Lozaneke duyemîn
Peymana Lozanê di salvegera 92. de, li cihê peyman lê hat morkirin ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi mîtîngekê hat protestokirin. -
KONGRA GEL: Li dijî faşîzma Erdogan em têkoşînê bilind bikin
Hevserokatiya KONGRA GEL der barê êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyaniyek da û got, "Di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelên bindest dikin ku li dijî faşîzma Erdogan têkoşînê bilind bikin." -
Êrîş li Hamburgê hatin lanetkirin
Bi hezaran kesî bomberdûmana li hember herêmên gerîlayan, tecrîd û Komkujiya Pirsûsê bi meşa pêk anîn lanet kirin. -
Êrîş li Silêmaniyê hat protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li hember Herêmên Parastinê yên Medya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat protestokirin. -
Operasyonên qirkirina siyasî didomin: 7 binçavî
Di serdegirtina malan ên li Hatay û Elezîzê de di nava wan de nûnerên HDP'ê jî ku hene 7 kes hatin binçavkirin. -
Nêçîrvan Barzanî yê êrîşa dewleta Tirk şermezar nekir KCK sûcdar kir!
Piştî Mesûd Barzanî daxuyaniyeke mecbûrî jî ji Nêçîrvan Barzanî hat. Barzanî yê êrîşên dewleta Tirk şermezar nekir, pesnê AKP û Erdogan da û KCK bi dawîanîna agirbestê sûcdar kir. -
‘Gelê me wê ji niha û pê ve xwe biparêze’
Êrîşên hewayî yên artêşa Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya, operasyonên qirkirina siyasî li Amed û Cizîrê bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin. -
‘Wê gelê me êrîşan vala derxe’
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Amedê êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên qirkirina siyasî bi daxuyaniyekê şermezar kirin. -
‘Daristana Şehîdên Kobanê’ hat çêkirin
‘Daristana Şehîdên Kobanê’ ya xewna Şehîdên Pirsûsê jî bû, ji aliyê Rêveberên HDP, DBP, SGDF, ESP û aktivîstan ve hat çêkirin. -
YNK wê êrîşên dewleta Tirk bîne Meclîsê
Koma YNK’ê ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê, bi armanca êrîşa dewleta Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya bîne rojeva Meclîsê wê daxwaza rûniştineke taybet bike. -
Êrîşa li hember herêmên gerîlayan li Mûşê hat protestokirin
Êrîşa hewayî ya balafirên şêr ên artêşa Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Kopê ya Mûşê ji aliyê hezaran kesî ve di meş û çalakiya rûniştinê ya li navenda navçeyê hat protestokirin. -
Li rex êrîşên hewayî êrîşên topan
Artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya li rex êrîşa hewayî bi obus, hewan û tankan jî êrîş kir. -
Li hemberî bombebaranê Barzanî pir ‘xemgîne’(!)
Balafirên dewleta Tirk li hemberî herêmên gerîla êrîşa herî mezin a di van salên dawiyê de pêk anî. Tevî agahiya Serokê Hikûmeta Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî ji êrîşan hebû, jî diyar kir ew pir pir ‘xemgîne’(!). -
Ji HPG’ê têkildarî bombardûmanê daxuyanî
HPG’ê detayên êrîşên li hember herêmên Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşîn, Basya, Garê, Qendîl û Xakurkê aşkera kir. -
Li hember îlana şer a AKP'ê we li Fransayê bersiv bê dayîn
Li Fransayê li hember konsepta şer a AKP’ê biryara çalakiyan hat dayîn. -
Ji Însiyatîfa Ciwanên Apoyî banga ‘fedayîbûnê'
Însiyatîfa Ciwanan a Apoyî bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê kir ku derkevin kolanan û bibin fedayî kir. -
Balafiran li Qendîlê li zomên gundiyan xistin
Balafirên şer ên artêşaTirk li zomekî gundiyan xist. Di encama bombebaranê de zerareke mezin a madî rû da. -
Fermandariya Biryargeha Parastina Gel: Xeyalên qirêj ên AKP û Erdogan wê di qirika wan de bimîne
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel diyar kir ku di êrîşa hewayî de endamê Konseya Komuta Şervan Varto jiyana xwe ji dest daye, 3 gerîla birîndar bûne û got: "Xeyalên qirêj ên AKP û Erdogan wê di qirika wan de bimîne.” -
Li Hesekê gelek nuqteyên hatibûn dagirkirin hatin azadkirin
Li navenda Hesekê di operasyonên hêzên YPG/YPJ’ê yên li hemberî çeteyan ku dabûn destpêkirin de gelek nuqteyên hatibûn dagirkirin hatin rizgarkirin. -
Li dû bomberdûmana li Qendîlê dîmenên destpêkê yên şewatê
Şewata li herêma Qendîlê ya ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk derket, dewam dike. -
KNK'ê li dijî êrîşan bang li endamên xwe kir
Konseya Rêveber a KNK'ê, li hemberî êrîşên hewayî yên li hemberî qadên gerîla û operasyonên binçavkirinê bang li kesayet, partî û saziyên endamên xwe kir, ku bi hemû xebatên xwe li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin û helwestê nîşan bidin. -
Li Amed, Şirnex û Elezîzê binçavkirin
Hikûmeta AKP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî dewam dike. Li Şirnex, Bismil û Elezîzê 17 kes hatin binçavkirin. Li Qersê jî 3 ji binçavkiriyan hatin girtin. -
YPG’ê nasnameya 2 şervanan aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 2 şervanên di berxwedana Hesekê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.