‘Daristana Şehîdên Kobanê’ hat çêkirin
‘Daristana Şehîdên Kobanê’ ya xewna Şehîdên Pirsûsê jî bû, ji aliyê Rêveberên HDP, DBP, SGDF, ESP û aktivîstan ve hat çêkirin.

Bi armanca pêkanîna xeyalê ‘Daristana Şehîdên Kobanê’ ya 31 ciwanên di pêşengiya Federasyona Komelên Ciwanên Sosyalîst (SGDF)’ê ya bi dirûşma, “Me bi hev re parast û em ê bi hev re ava bikin” hatibûn Pirsûsê û li Pirsûsê di êrîşa bombeyî de hatin qetilkirin li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê ji aliyê Rêveberên HDP, DBP, SGDF, ESP û aktivîstan ve hat çêkirin.
Koma di nav de parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Ziya Çalişkan jî hebû li pêşiya avahiya Pirsûsê hatin gel hev. Li bajar di du rojên dawiyê de binçavkirina 65 kesan di encama serdegirtina polîsan de hat protestokirin. Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Îsmaîl Kaplan li vir daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku armanca zextan serdegirtina komkujiya Pirsûsê ye. Ziya Çalişkan jî got ku zextên têne kirin operasyonên piştgiriya DAIŞ’ê ne.
Piştî daxuyaniyê girse derbasî Şehîdgeha Kobanê ya li ser rêya Ziyaretê bûn, şitil çandin û “Goristana Şehîdên Kobanê” hat çêkirin.