Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel diyar kir ku di êrîşa hewayî de endamê Konseya Komuta Şervan Varto jiyana xwe ji dest daye, 3 gerîla birîndar bûne û got: “Kesên hemû hiqûqa xwe dixin bin lingan, li ser Rêbertiya me sîstema tecrîd û îşkenceyê pêk tînin, wê meşa serketinê ya gel û gerîlayên me ya di xeta Rêber Apo de nikarîbin rawestînin. Hêzên şoreşê yên di rêya şehîdên me yên qehreman de pêşde diçin, wê hesab ji xwediyên zîhniyeta faşîst-nîjadperest bipirsin, vê merheleya girîng a dîrokê veguherînın berxwedana serketineke mezin û qezenc bikin. Xeyalên qirêj ên AKP û Erdogan wê di qirika wan de bimîne, têkoşîna gelên me ya di rêya pêşerojeke azad û demokratîk de tê meşandin, wê tevayî bendên faşîst serûbin bike.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel têkildarî bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê di daxuyaniya xwe de got, “Erîşa dewleta mêtinkar a dewleta Tirk a 24’ê Tîrmehê saet ji 23.00’an ve li hember Herêmên Parastinê yên Medya bi awayekî zêde da destpêkirin û hê jî bi awayekî navber didome tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû û wiha dewam kir, “Ji ber hişyariya zêde û tedbîran gerîlayên me di aliyê çendanî de windahiyên cidî nedane, endamê Konseya me ya Rêveber Şervan Varto gihiştiye şehadetê û 3 rêhevalên me birîndar bûne.”
‘HEVRÊ ŞERVAN VARTO ŞEHÎD KET’
Fermandariyê di dewama daxuyaniya xwe de got:
“Fermandarê hêja hevrê Şervan Varto yê xizmetên mezin daye gelê Kurdistanê, ji ber bi tesadûfî roketek li cihê lê ketiye şehîd bûye. Hevrê Şervan ê bi bi keda xwe ya 20 salan, jiyana têkoşîna xwe ya tijî fedakarî, egîdî, cesaret û sekna xwe ya fedayî derdiket pêş, di temenê ciwan de ku tevlî nav refên azadiyê bû di wezîfeyên diket ser milê xwe de ti carî dudilî ne jiya, ewladekî egîd ê Kurdistanê bû. Ji ber şehadeta fermandarê me yê hêja di serî malbat gelê welatparêz ê Gimgimê û gelê Kurdistanê re careke din sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya pêşketina di rêya şehîdên xwe de careke din dubare dikin, em ê wan di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya şervanan de bidin jiyîn.”
Fermandariyê wiha dewam kir “Wek tevger ku em bi banga Rêber Apo ya Newroza 2013’an ve girêdayî ne, tevî tecrîda li ser Rêbertî, qirkirinên siyasî, operasyonên leşkerî çêkirina bendev û qereqolan jî me wek wezîfeyekê dît ku di pozîsyona agirbesta yek alî de bimînin. Di rastiyê de êrîşa Agirî-Giyadîn û êrîşa hewayî ya 30’ê Hezîranê ku tê wateya bidawîkirina agirbestê jî dîsa jî ji aliyê me ve bi awayekî bi biryar me pozîsyona agirbestê dewam kiriye. Çalakiyên bersiva ji bo komkujiya li Pirsûsê ji aliyê hin yekeyên me yên herêmî ve ji aliyê me ve ku nayê wateya xerakirina agirbestê, jixwe ev çalakî ji biryareke navendî zêdetir bi şêwazê helwestan pêş ketiye.
Lê belê niha bi êrîşa şerê topyekûn ê dewleta Tirk re şert û mercên ku em agirbesta yek alî bidomînin ji holê rabûne. Li hemberî êrîşên pêş dikevin, li ser esasê parastina xwe li hember êrîşên topyekûn ku em ê berxwedanê pêş bixin, wezîfeya parastina azadî û demokrasiyê wek wezîfeyeke dîrokî derketiye pêşiya me.
Fermandariyê got ku divê hemû raya giştî, civaka Tirkiye, gelê welatparêz alîgirên aştî, demokrasî û biratiyê zanibin tevgereke wiha ne ku di bin her şert û mercî de di xeta azadî û demokrasiyê de bi biryar dikarin rawestin û wiha dewam kir: “Îro pêvajoyeke berfireh a têkoşîn û berxwedanê hatiye pêşiya me. Di vê dema nû û bi zehmet a têkoşînê de aşkera ye şansê me yê serketinê ji her demê zêdetir e. Têkoşîna rêxistinkirî ya gelê me, performansa bi biryar-bihêz a gerîlayên me, di şexsê AKP û Erdogan de wê têkbirina mêtinkariya Tirk veguherîne diyardeyeke teqez. Bi qasî ku bi civaka Tirkiyeyê re pirsgirêkeke me nîne, ev şer ji şerê PKK’ê û dewleta Tirk wêdetir, şerê Dîktatoriya Erdogan û Gelê Kurdistan û hêzên demokrasiya Tirkiyeyê ye. Gerîlayê Kurdistan wek şervanên demokrasî û azadiyê yên civaka Tirkiyeyê bi gel û hêzên demokrasiyê re xwedî wê tecrube û performansê ye ku serketinê veguherîne hêza teqez. Lewma pêvajoya nû ya têkoşînê misoger wê meşa berxwedaneke mezin a dîrokî û serketinê be.
Divê hêzên navneteweyî vê baş zanibin ku li hember gerîlayên me yên li dijî DAIŞ’a bûye bela serê gelên herêmê destanan diafirîne êrîşa şarlatanî ya dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê û her wiha ku pêvajoya aştiyê xera kir û şer li hember gelên me dide ferzkirin ti eleqeya wê bi feraseteke etîkî re nîne. Hêzên navneteweyî yên her tiştî di çarçoveya berjewendiyan de digirin, divê bi rejîma AKP’ê re ya bi DAIŞ’ê re tifaqên qirêj dike re nebin hevpar û li hember daxwazên mafdarên gelê me nesekinin.
‘WÊ NIKARIBIN MEŞA SERKETINÊ YA GERÎLA BIDIN SEKINANDIN’
Kesên ku hiqûqa xwe binpê dikin li ser gelê Rêbertiya me sîstema tecrîd û îşkenceyê pêk tînin, wê nikaribin meşa serketinê ya gelê me û gerîlayên me ya di xeta Rêber Apo de bidin sekinandin. Hêzên şoreşger ên ku di xeta şehîdên me yên qehreman de dimeşin wê hesab ji xwediyên zîhniyet ên faşîst-nîjadperest bipirsin. Wê vê qonaxa girîng a dîrokê veguherînin serketineke mezin û wê qezenckirinê bizanin. Xeyalên qirêj ên AKP’ê û Erdogan wê di qirika wan de bimîne, têkoşîna gelên me di rêya siberojek azad û demokratîk de dimeşînin, wê hemû astengiyên faşîst bi erdê re bike yek.
‘PÊWÎSTE GELÊ ME BI HEMÛ HÊZA XWE TEVLÎ PÊVAJOYA BERXWEDANA DÎROKÎ BIBE’
Di vê çarçoveyê de em bang li hemû gelê xwe dikin ji bo ku di vê dema girîng de hîn bêhtir berpirsyarî di têkoşîna li hember mêtingerî û faşîzmê tê meşandin de bigirin. Bang li gelê xwe dikin di xeta Rêber Apo re girê bidin û bi hemû hêza xwe tevlî pêvajoya vê berxwedana dîrokî bibin dikin.
Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li hemberî zilm û tasfiyeya ku rejîma faşîst a AKP’ê ya li ser Rêbertiya me û hemû hêzên çep-demokrasî-sosyalîst rewa dibîne vedixwînin tevlî nava refên şoreşê, ji bo bûyîna şervanekî meşa serketinê.”