Li Amed, Şirnex û Elezîzê binçavkirin
Hikûmeta AKP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî dewam dike. Li Şirnex, Bismil û Elezîzê 17 kes hatin binçavkirin. Li Qersê jî 3 ji binçavkiriyan hatin girtin.

ŞIRNEX: Li Gundikê Melê yê Şirnexê di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin û binçavkirî birin Fermandariya Jendermeyan a Bajêr. Li navçeya Cizîrê jî, 9 kesên duh hatin binçavkirin lê navê wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Şirnexê.
AMED: Li navçeya Amed Bismilê, danê vê sibehê 7 kes ji malên xwe hatin binçavkirin. Navê kesên bi lêdanê hatine binçavkirin bi vî rengî ye: Ûgûr Kale, Omer Orûç, Ejder Dag, Metîn Îpek, Mûstafa Yaprak, Vedat Çetîn û Emrah Çetîn
7 POLÎS BIRÎNDAR BÛN
Li aliyê din, kes an jî kesên nasname ne diyar duh danê êvarê êrîşî hewşa li kêleka avahiya emniyetê ya ku polîs lê bûn kirin û di encamê de 7 polîs birîndar bûn.
ELEZÎZ: Li navçeya Elezîz Depê jî, di serdegirtinên malan de tevî rêveberê HDP'ê yê Bajêr 3 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku rêveberê HDP'ê Bariş Tûrantepe, Huseyîn Potkaya û Mehmet Atlin, li Midûriyeta Emniyetê ya Elezîzê tên ragirtin.
EDENE: Li Edeneyê 6 jê zarok 15 kesên di operasyonên du rojên dawî de hatin binçavkirin, ji aliyê dozgeriyê ve bi îdîaya 'li ser navê rêxistinê sûc kirine' ji bo werin girtin sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 89 binçavkiriyên ku 11 jê zarok in, duh 5 zarok ji aliyê dozgeriyê ve hatibûn berdan.
QERS: Li navçeya Qers Qaxizmanê jî, Savaş Yildirim, Cevdet Demîr û Abdûllah Kaya yên pêr hatin binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Li dû îfadeya li dozgeriyê bi îdîaya "pêkanîna propganda rêxistinê" sewqî dadgehê hatin kirin û her sê welatî hatin girtin.