Di meşa 'Ji Ocalan re Azadî' ya li Swêdê de AKP hat şermezarkirin

Di meşa dirêj a ji bajarê Ûppsala heta paytext Stockholmê de, ku ji bo azadiya Ocalan hat destpêkirin, bombekirina qadên gerîla ji aliyê dewleta Tirk ve, girtinên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin.

Li Swêdê, di meşa dirêj a Kurdistaniyan a ji bajarê Ûppsala heta paytext Stockholmê de, ku ji bo azadiya Ocalan hat destpêkirin, bombekirina qadên gerîla ji aliyê dewleta Tirk ve, girtinên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin.

Çalakvanên, ji ber bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên li dijî Kurdan û şoreşgeran AKP protesto kirin û dirûşmên "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Destên xwe yên qirêj ji Kurdistanê bikişînin", "AKP DAIŞ e, DAIŞ AKP ye", "Faşîst Erdogan" qîriyan.

Kurdistaniyên roja Înê saet di 09:00 de ji bajarê Ûppsala ketin ser rêya Stockholmê, şeva xwe li semta Marsta ya 25 kîlometre li derveyî Stockholmê ye derbas kirin û danê sibehê ji nû ve meşiyan.

Bi qasî 70 çalakvanên ku temenê wan ji 13 heta 72 salî bû, saet di 16:00 de xwe gihandin Meydana Medborgarplatsenê û li vê derê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi kulîlk û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Velî Tosûn, Nûnerê Swêdê yê Meclîsa Aştiyê ya Ewropayê Ahmet Karamûş, ji Meclîsa Jinên Kurd a Amara Ferah Bozcali, li ser navê PJAK'ê Josef Soltanî, ji Partiya Karker a Sosyal Demokrat Kadîr Kasirga û nivîskarê Îranî Bahram Rahmanî di axaftinên xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û bang li hikûmeta AKP'ê kirin ku Ocalan serbest berde.

Qisekeran bal kişand ser bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê û girtinên li Kurdistan û Tirkiyeyê yên ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve tên meşandin û xwestin ku AKP tavilê dawî li êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd bîne û bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re dest bi muzakereyên aştiyê bike.

Kurdistaniyên ji Ûppsala heta Stockholmê meşiyan, armanca çalakiya xwe û nêrînên xwe yên li ser êrîşên DAIŞ'ê yên AKP'ê ji ANF'ê re nirxandin.

Şefîk Dûman: Bi daxwaza berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina statuya siyasî ya Kurdistanê em 70 kîlometreyan meşiyan. Erdogan ê ku di hilbijartinê de bi xurtî têk çû, niha jî hewl dide mîna serfermandar tevbigere. Li hemberî gelê Kurd şerekî topyekûn da destpêkirin. Li aliyekî Qendîlê bombe dike, li aliyê din jî girtinên qirkirinê pêk tîne. Em nikarin vê qebûl bikin. Ji bo dewamiya pêvajoya aştiyê, divê gelên Rojhilata Navîn li dijî polîtîkayên AKP'ê li cem gelê Kurd cih bigirin.

Ridvan Altûn: Meşa me ya ji Ûppsala destpê kir, ji bo azadiya Rêberê me bû. Êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê asta êrîşên artêşa Tirk neguherand, lê belê bû sedem ku em hîn bêhtir bi dijwarî dewleta Tirk protesto bikin. Azadiya Rêberê me di ser her tiştî re ye. Divê her kes fêm bike ku heta ev pêk neyê, pêvajo bi vî rengî nameşe. Heta ku Rêberê Gelê Kurd dîl were girtin, ne muzakere ne jî pêvajoya aştiyê dibe.

Hayrî Kemal: Ji bo azadiya Rêber Apo ez beşdarî meşê bûm. Ji Ûppsala em ketin ser rê û 70 kîlometre meşiyan. Ev ji bo Rêberê me têrê nake. Em mecbûrin hîn zêdetir bikin. AKP dixwaze bi êrîş, bombekirin û girtina Kurdan re êşa xwe ya têkçûna di hilbijartinê de sivik bike. Em nikarin vê qebûl bikin.

Ferhat Can Dûman: (13 salî ye) Ez ji bo azadiya Rêberê me Ocalan tevlî meşê bûm. Ew bêsûc e û divê serbest were berdan. Duh êvarê di televîzyonê de min dît ku Tirkiye Kurdan bombe dike. Dewleta Tirk terorîst e.

Halîme Naîf: (72 salî ye) Ez ji Rojava ji bajarê Qamişlo me. Ji bo azadiya Rêberê me tevlî meşê bûm. Em ji bo Rêbertî, gerîla û aştiyê meşiyan. Ji bo YPG û YPJ ên xaka me diparêzin meşiyan. Ez bimirim jî ez ê meşa xwe dewam bikim. Em aştiyê dixwazin. Divê her kes vê bibihîze û bersivê bide vê bangê. Dixwazim her kes destekê bide me. Em êrîşî kesî nakin. Em li mal û gundên xwe ne. Yên li êrîşê rast tên em in. Dilê me dişewite. Jiyana Kurdan serûbin bû. Erdogan alîkariyê dide DAIŞ'ê. Sedemê hilweşîna Kobanê Erdogan e. Li pişt komkujiya li Pirsûsê jî Erdogan heye. Em ne destekê didin rejîmê ne destekê didin mûxalefetê. Em di rêya xwe de dimeşin.

Kendal Rosem: Ev 4 meh in tecrîd li ser Rêberê me heye. Ev çalakî ji bo protestokirina tecrîdê destpêkek bû. Em ê ji niha û pê ve serî li şêweyên cuda yên çalakiyan bidin.

Verda Ayşa: Em dixwazin Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Em ji Ûppsala ketin ser rê û me meşeke gelekî baş pêk anîn. Em bi hev re meşiyan, me bi hev dirûşme qîriyan, daxwazên aştî û azadiyê anîn ziman. Ji bo dayîna mafên jinan, em têkoşiyan.

Sîham Batte: Dewleta AKP'ê Rêberê me avêtiye hucreyê. Ne parêzerne jî Heyeta Îmraliyê nikarin wî bibînin. Bi giranî jin û ciwan beşdarî meşê bûn. Weke jin me soz dan Rêberê xwe. Em ê ti carî ji vê dozê venegerin. Heta dawiyê em ê li pişt Rêberê xwe bin û jin û ciwan wê wî azad bikin.

Roda Îpek: Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 2 roj in 70 kîlometre meşiyam. Ji bo serketina pêvajoya aştiyê divê Ocalan serbest were berdan. Ew mirovekî baş e û cihê wî ne hucreya li Îmraliyê ye. Cihê wî cem gelê Kurd e. Em dixwazin wî di nava xwe de bibînin.

...