Bi hezaran kesî bomberdûmana li hember herêmên gerîlayan, tecrîd û Komkujiya Pirsûsê bi meşa pêk anîn lanet kirin.
ANF
HAMBURG
şemî, 25 tîrmehê 2015, 22:36
Bi hezaran kesî bomberdûmana li hember herêmên gerîayan, tecrîd û Komkujiya Pirsûsê bi meşa pêk anîn lanet kirin. Bi hezaran kesên li Îstasyona Navendî ya Hamburgê hatin gel hev ber bi Serkonsolosxaneya Tirk ve meşiyan.
Di meşa li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk pêk hat, li gel Kurdistaniyan, rêxistinên çep ên Tirkiyeyî û Elman jî di meşê de amade bûn. Parlamenterên Partiya Çep a Hamburg Cansu Ozdemîr ve Christiane Schneider jî tevlî meşê bûn. Di meşê de bang li hikûmeta Elman hat kirin ku li hember dewleta Tirk helwest bigire.