KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di operasyonên artêşa Tirk de pevçûnan rû dan
Keşf û tevgera hewayî ya artêşa Tirk li hember herêmên gerîla zêde dibe. Di operasyonên artêşa Tirk de dem dem pevçûn rû didin. -
Karûbarên cenazeyan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê wê bê pere bin
Li Mêrdînê karûbarên cenazeyên mirovên xizan wê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve bê pere bên bicihanîn. -
Şervanê YPG’ê Karasu li Şehîdgeha Xerzanê hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Şiyar Karasu (Reşît Avareş) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li ser wesiyeta wî, li Goristana Şehîdgeha Xerzanê hat oxirkirin. -
Li Dersimê 4 kes hatin girtin
4 kesên ku duh li Dêrsimê di lêgerîna rê de hatibûn binçavkirin îro bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "alikariya rêxistinê" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. -
Şewata 22’ê Tîrmehê li Xozatê destpê kir didome
Şewata daristanê ya 22’ê Tîrmehê roja Çarşemê li devera Amûtka ya herêma Alî Bogazi ya girêdayî navçeya Xozat a Dêrsimê derket didme. -
YPG: Sirîn bi temamî hatiye dorpêç kirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê encama operasyona li Hesekê û başûrê Kobanê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Di encamê de çerxerêya duyem û 3 nuqtêyên taxa Neşwa ya Xerbî hatin rizgarkirin û her wiha bajarokê Sirînê bi temamî kete çembera hêzên YPG’ê. -
Li Şengalê Çalakî: Çeteyek hat kuştin, 2 çete birîndar in
Hêzên YBŞ’ê, 23’ê Tîrmehê piştî nîvro saetên nîvro li Girê Şîlo yê girêdayî Şengalê li hember çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. -
Guneş: Pêwîst e xweparastin bikeve pratîkê
Endama Koordînasyona Komelên Ciwan Guneş, bal kişand hebûna berpirsyariya AKP’ê ya di Komkujiya Pirsûsê de û da diyarkirin divê xweparastin bikeve pratîkê. -
Nasnameya şervaneke YPJ'ê ya jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin
Nasnameya şervaneke YPJ'ê ya di 4'ê Tîrmehê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, hat aşkerakirin. -
Seroka Giştî ya ESP’ê: Fail hikûmeta AKP’ê ye
Seroka Giştî ya ESP’ê Ulusoy bal kişand ku failê Komkujiya Pirsûsê AKPye û got: “Me peyama we girt. Em li cem gelê Kurd in.” -
Rêya Reqqa-Sirînê bi temamî ket bin kontrola YPG/YPJ'ê
Şervanên YPG/YPJ'ê, rêya di navbera Reqqa-Serînê bi temamî xistin bin kontrola xwe. -
Çeteyan gelê Sirînê ji bo ji xwe re bikin mertal dîl girtine
Çeteyên DAIŞ'ê yên ku li hemberî şervanên YPG/YPJ'ê derbên giran xwarine, tê gotin ku amadekariyan dikin ji bo gelê Sirînê yê bi mehan e dîl girtiye ji bo xwe weke mertal bi kar bînin. -
Xwendekarên Zanîngehê li dijî tecrîdê tevlî gerîla bûn
Xwendekarên Kurd ên nekarîn êdî xwe li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabigirin, tevlî refên gerîla bûn. Ciwanan banga tevlîbûna li refên gerîla kirin û destnîşan kirin ku azadiya Ocalan temînata aştiyê ye. -
Hevserokê SGDF’ê Yuzgeç: Kampanyaya me êdî bûye ya mîlyonan
Hevserokê SGDF'ê Oguz Yuzgeç ê ji bo avakirina Kobanê hatin Pirsûsê û di êrîşa bombeyî de birîndar bû got ku kampanyaya SGDF'ê ya "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin” êdî bûye kampanyaya hezaran kesan. -
Rêya bejahî ya Lice-Amed li trafîkê hat girtin
Li navçeya Amed Liceyê, çalakiyên ji bo protestokirina komkujiya li Pirsûsê dewam dikin. Îro danê nîvro, komek ji ciwanan rêya bejahî ya Lice-Amedê birîn, wesayît sekinand û kontrola nasnameyan kir. -
Komkujiya li Pirsûsê û tecrîd li Munchenê hatin protestokirin
Komkujiya li Pirsûsê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Munchenê hat protestokirin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Dernek hat veşartin
Şervanê YPG'ê Ahmet Dernek (Zerdeşt Amed) ê li Kobanê di şer de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hat veşartin. -
Li Sarayê çeteyên DAIŞ'ê yên bi çek û bombe hatin girtin
Li navçeya Wan Sarayê, tê gotin ku 16 çeteyên DAIŞ'ê yên bi çek û bombe ku dixwestin bikevin hundirê Tirkiyeyê, hatine girtin. -
Kêliyên azadiyê...
Bi navê zarokên rojê tên binavkirin Kurdistanî. Çiyayên ku ji bo jiyaneke azad berê xwe danê, bûne şûnwarê wan... -
Çalakiyên li dijî tecrîdê dewam dikin
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Ewropayê çalakî dewam dikin. -
Şaşîtiya 92 salan a bi Şoreşa Rojava re bê wate bû; Peymana Lozanê
Peymana Lozanê bi windakirina hukmê xwe re dikeve sala 92'an. Zarokên gelê Kurd ên beriya 92 salan ji aliyê hêzên navneteweyî ve tine hatin hesibandin, bi Şoreşa Rojava re ji niha ve pûç kirine. -
Tecrîd li Braûnschweîgê hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Elmanya Braûnschweîgê hat protestokirin. -
Ji MAF-DAD'e banga lezgîn a ji bo rakirina tecrîdê
MAF-DAD'ê tecrîda li ser Ocalan bi tundî şermezar kir. MAF-DAD'ê xwest, parêzer karibin bi lezgînî Ocalan bibînin û bibîr xist, ku serbest berdana Rêberê Gelê Kurd wê xizmetê li aştiya navxweyî bike. -
Kalkan: Li holê komkujiyeke AKP'ê ya bi maskeya DAIŞ'ê heye
Kalkan ji bo komkujiya li Pirsûsê got, "Li holê komkujiyeke AKP'ê ya bi maskeya DAIŞ'ê heye. Komkujiyeke TC a bi maskeya DAIŞ'ê heye. Tê xwestin ku DAIŞ'ê bikin navê nû yê kod ê komkujî, zext û terora AKP'ê, terora TC." -
Malbatên Roboskî şehîdên Pirsûsê bibîr anîn
Malbatên Roboskî di nobeta xwe ya edaletê ya hefteya 186'an de bi meşekê Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin.