YPG: Sirîn bi temamî hatiye dorpêç kirin

Navenda Çapemeniya YPG’ê encama operasyona li Hesekê û başûrê Kobanê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Di encamê de çerxerêya duyem û 3 nuqtêyên taxa Neşwa ya Xerbî hatin rizgarkirin û her wiha bajarokê Sirînê bi temamî kete çembera hêzên YPG’ê.

Navenda Çapemeniya YPG’ê encama operasyona li Hesekê û başûrê Kobanê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Di encamê de çerxerêya duyem û 3 nuqtêyên taxa Neşwa ya Xerbî hatin rizgarkirin û her wiha bajarokê Sirînê bi temamî kete çembera hêzên YPG’ê.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê encama operasyona Hesekê û başûrê Kobanê aşkera kir. Di encama van operasyonan de 3 nuqteyên taxa Newşa ya xerbî ji çeteyan hatin paqijkirin û bajarokê Sirînê bi temamî kete çemberê. Daxuyaniya fermî ya YPG’ê wiha ye: “Operasyonên hêzên me ya li hember çeteyên ku hew ldidin navenda Hesekê dagir bikin dabûn destpêkirin, berdewam dike.

Hêzên me yên ku di taxa Neşwê de pêş dikevin, şevê din çarxê rêya duyemîn a taxê jî bi dest xistin. Hêzên me dîsa 3 nuqteyên din ên çeteyan dagir kiribûn jî rizgar kirin. Bi vî awayî  piraniya taxa Neşwê ketiye destê hêzên me.

Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.

SIRÎNÊ YA KOBANÊ BI TEMAMÎ HATIYE DORPÊÇKIRIN

Operasyona hêzên me ya li başûrê Kobanê, li dijî qadên di bin dagirkeriya çeteyan de, berdewam dike.

Hêzên me yên ku operasyona xwe ya li derdora Sirîn zêde kirin, pêşketina xwe ya di bejahiya gundê Şuxha berdewam dikin. Hêzên me yên ku demek berê serdestî li ser rêya Sirîn û Reqqa çekirîbûn, şevê din operasyonek birin ser gundê Malha ya dikeve başûrê bajarok. Tevî li gund cih bi cih pevçûn rû didin, hêzên me rêya Sirîn û Reqqa bi temamî qut kirin. Bi vî awayî dorpeça li derdora bajarokê Sirîn hatiye temamkirin.

Pevçûnên di van qadan de 1 maşîne û 1 motorsîkletê çeteyan hatiye rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.