Li Sarayê çeteyên DAIŞ'ê yên bi çek û bombe hatin girtin

Li navçeya Wan Sarayê, tê gotin ku 16 çeteyên DAIŞ'ê yên bi çek û bombe ku dixwestin bikevin hundirê Tirkiyeyê, hatine girtin.

Li navçeya Wan Sarayê, tê gotin ku 16 çeteyên DAIŞ'ê yên bi çek û bombe ku dixwestin bikevin hundirê Tirkiyeyê, hatine girtin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 16 çeteyên DAIŞ'ê yên bi çek û bombe nîvê şevê hewl dan ji sînor derbasî nava xaka Tirkiyeyê bibin û ji aliyê leşkerên ser bi Qereqola Kûrûcanê ve hatine girtin.

HDP: LI SER WAN ÇEK Û BOMBE HEBÛN

Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê Şahabettîn Bîlmez diyar kir ku gundiyên Kûrûcanê agahî dane leşkeran û li ser vê yekê, di operasyona hat meşandin de 16 çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin. Li ser van çeteyan 32 bombeyên destan, 2 çekên sûîqestê hatin zevtkirin. Ji van endamên çete yek jê ji Awûstralya, 7 jê ji Bangladeş, 8 jê Afgan in. Hat ragihandin ku kesên hatine girtin li Fermandariya Denîz Îzgeç a Kûrûcanê tên ragirtin.

KEYAYÊ GUND ACAR BÛYER PIŞTRAST KIR

Keyayê gundê Kûrûcanê Îbrahîm Acar li ser mijarê got, "Du sê kes ev sê roj in, timî dihatin gund û diçûn. Em ketin nava gumanan û ev 3 roj in me ew dişopand. Me jî dor li gund girt. Hewl dan birevin, me ew zevt kir. Dûre leşkeran yên mayî bi operasyonekê girtin."