Guneş: Pêwîst e xweparastin bikeve pratîkê

Endama Koordînasyona Komelên Ciwan Guneş, bal kişand hebûna berpirsyariya AKP’ê ya di Komkujiya Pirsûsê de û da diyarkirin divê xweparastin bikeve pratîkê.

Endama Koordînasyona Komelên Ciwan Guneş, bal kişand hebûna berpirsyariya AKP’ê ya di Komkujiya Pirsûsê de û da diyarkirin divê xweparastin bikeve pratîkê. Guneş wiha bang li ciwanan kir: “Pêwîst e hesabê Komkujiya Pirsûsê were pirsîn û her hewldanek a komkujiyê qat bi qat bersiva xwe bibîne. Di heman demê de ji bo her hevrêyekî me yê şehîd ket pêwîste bi sedan ciwan tevlî nava refên azadiyê bibin. Li gel vê pêwîst e pêvajoya serhildanên şoreşgerî bê destpêkirin.”

Endama Koordînasyona Komelên Ciwan Şîmal Ulkem Guneş der barê Komkujiya Pirsûsê de hin nirxandin kirin.

“Komkujiya li Pirsûsê rû daye bi tundî şermezar dikim. Di serî de 31 hevrêyên me yên SGDF’yî yên Pirsûsê hatine qetilkirin bi hesten şoreşgerî bibîr tînim û soza têkoşîna wan gihandina serketinê didim. Ji malbat û rêhevalên wan re jî sersaxiyê dixwazim. Dîsa ji bo hevrêyên me yên di komkujiyê de birîndar bûne re jî şîfayên xêrê dixwazim.” Guneş wiha dom kir:

‘AKP DI HER QADÊ DE ŞER DIMEŞÎNE’

“Bê teredut berpirsê komkujiya li Pirsûsê hikûmeta demkî ya AKP’ê ye. Ji ber ku Hikûmeta AKP’ê bi Tevgera Azadiya Kurd re di nava şerekî de ye û vî şerî di her qadê de bi awayekî sîstematîk dimeşîne. Polîtîkayên AKP’ê yên înkar û tinekirinê yên li hemberî gelê Kurd ne tenê leşkerî ye. Di qadên siyasî, çandî, aborî û hemû qadan de vî şerî bi awayekî vekirî dimeşîne. Ji roja ku Şoreşa Rojava derket heya niha li Rojava bi awayekî berbiçav bi ser DAIŞ’ê vî şerî dimeşîne…”

‘PÊWÎSTE CIWAN BIHERIKIN QADAN’

Guneş destnîşan kir ku pêwîst e hemû ciwanên Kurdistan û hesabê Komkujiya Pirsûsê ya bi tifaqa AKP-DAIŞ’ê pêk hat bipirsin û wiha axaftina xwe dewam kir: “Ji ber vê yekê banga min ji bo hemû ciwanên Tirkiyeyê yên sosyalîst, demokrat, şoreşger, antî-kapîtalîst re ye; di serî de ji bo ciwanên Tirkiyeyî yên têkoşînê dimeşînin ji bo hemû ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê ye. Pêwîste ciwan li her cihê lêne biherikin qadan û bi ruhê 6-8’ê Cotmehê û Geziyê rabin ser piyan. Nav û xeta vê pêvajoyê jî Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Ciwanên şoreşger û sosyalîst in ên pêşengî ji şerê gel ê şoreşgerî re bikin. Pêwîst e tevgerên ciwanan berpirsyariya vê pêvajoya şoreşgerî bigirin ser milên xwe û hesab ji hêzên faşîst û çete bipirsin. Pêwîste hesabê Komkujiya Pirsûsê were pirsîn û her hewldanek a komkujiyê pêwîste qat bi qat bersiva xwe bibîne. Di heman demê de ji bo her hevrêyek me yê şehîd ket bi dehan bi sedan ciwan tevlî nava refên azadiyê bibin. Li gel vê pêwîst e pêvajoya serhildanên şoreşgerî bêye destpêkirin, qad bi ruhê berxwedana Kobanê bêne girtin, pêwîst e rê nedên hêzên dagirker, GLADÎO’ya Kesk, mêtînkar û tecawizkaran. Di vê çarçoveyê de pêwîste hemû keç û xortên ciwan ên Kurdistan û Tirkiyeyî biherikin qadan. Heya dewlet hesab bide jî pêwîste qad neyên terikandin. Ciwanên karker, bêkar pêwîste tevlî serhildanan bibin, pêwîste zevî, tekstîl, kargeh bêne valakirin û ciwan biherikin qadên azadiyê. Pêwîste yek ciwanekî welatparêz û sosyalîst jî di mala xwe de û li ser karê xwe nemîne.”

‘PÊWÎSTE HER KES XWE BIPARÊZE’

Guneş da diyarkirin ku pêwîste her kes xwe biparêze û ewlehiya xwe, bi xwe bigire û ev hişyarî kir,  “Dibe ku di her kêliyê de li her cihî êrîş û komkujiyên hin cudatir jî biqewimin.” Û da zanîn ku: “Dibe ku mudaxaleyê çalakiyan were kirin. Ji ber vê yekê pêwîste ciwan bi hişmendiya xweparastinê tevbigere, gel biparêze û hewldanên  berevajîkirinê jî vala derxe. Dibe ku hêzên hikûmeta AKP’ê, Hizbul-Kontra û dûvikên wan bi her cure êrîşan li hemberî gel û ciwanan biceribîne. Di vî alî de di serî de ciwan,hemû hêzên demokratîk, sosyalîst û şoreşger ji parastina qadên xwe,rêxistinbûnên xwe, zemînên xwe û saziyên xwe berpirsyar in. Pêwîste li hemberî hewldan û êrîşên nemerd amadekarî bê kirin û nobet bêne girtin. Dive ti kes ewlekariya xwe teslîmî dewleta AKP’ê neke û pêwîste ti kes nekeve vê xefletê. Êdî polîs û leşkerên Tirk li Kurdistan û Tirkiyeyê ne hêzên ewlekariyê ne, bi temamî bûne hêzên dagirker û tehdîdê. Ji bo vê yekê pêwîste ciwan rabin ser xwe û ewlekariya gelê xwe bigire.

Roj roja ku mirov hesab ji hêzên dagirker bipirse. Di vê çarçoveyê de pêwîste hemû êrîşan weke dirûşma hevrêyên me yên SGDF’yî ya “Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bidin, biparêzin û neteweya demokratîk a tê wateya projeya jiyana nû ya demokratîk, azad ava bikin. Em vê yekê ne bi tena xwe, ne bi hêza xwe ya kesî, bi yekkirina hêzên xwe re, bi aqlekî hevbeş, kolektîf û bi hêza çalakiyan dikarin pêk bînin. Em tenê dikarin bi vî awayî xwedî li têkoşîna 31 hevrêyên xwe derkevin û xeyalên wan bicih bînin.”

Endama Koordînasyona Komelên Ciwan Şîmal Ulkem Guneş  da zanîn ku AKP nikare bi rêbazên girtin, qetilkirinê dawî li têkoşînê bîne.