KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Ewropayê protestoyên komkujiya Pirsûsê
Êrîşa bombeyî ya di 20’ê Tîrmehê de li Pirsûsê li dijî sosyalîstan pêk hat, li Ewropayê hat protestokirin. -
Çenteyên şehîd û birîndaran hatin wergirtin
Çenteyên kesên li Pirsûsê di êrîşa bombeyî de şehîd ketin û birîndar bûn ji aliyê rêveberên Navenda Giştî ya ESP’ê hatin wergirtin. -
Li Kobanê Daristana Şehîdên Pirsûsê hat avakirin
Ji bo dilsoziya bi 31 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin li herêma Kaniya Kurdan a Kobanê bi navê baxçeyê azadiyê “Daristana Şehîdên Pirsûsê” hat avakirin. -
Cenazeyê Çagdaş Aydin li Dêrsimê hat oxirkirin
Cenazeyê Çagdaş Aydin ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da li Dêrsimê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. -
Li cihê komkujiyê çalakiya nobetê di roja duyem de ye
Li Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya 20’ê Tîrmehê li hember ciwanên SGDF’yî êrîşa bombeyî pêk hat, çalakiya nobetê ya duh ji aliyê hunermendên Kurd ve hat destpêkirin di roja duyem de ye. -
Li Brukselê li hember Komkujiya Pirsûsê hêrs hebû
Komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hember ciwanên SGDF’yî li Brukselê careke din hat lanetkirin. -
Cenazeyê Gunebakan li Depê spartin axê
Cenazeyê Cebraîl Gunebakan ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Depê ya Elezîzê hat definkirin. -
Mamoste Suleyman li Geverê spartin axê
Cenazeyê Mamosteyê Îngîlîz Suleyman Aksu yê ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna zêdehî 50 hezar kesan hat definkirin. Di dema karên definkirinê pêk dihatin li navçenda sûkê polîsan êrîş li ciwanan kir û pevçûn derketin. -
PKK: AKP ji destekvaniya DAIŞ derket bû qetlîamker
Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî Komkujiya Pirsûsê daxuyanî da û got, “Hikûmeta AKP’ê ya di komkujiya Kobanê de piştgirî da çeteyên DAIŞ’ê bi komkujiya Pirsûsê ji destekvaniyê derket û bi xwe bû qetlîamker.” -
Cînakli yê di êrîşa kontrayan de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
Welatiyê bi navê Fesîh Cînakli (30) di encama êrîşa çekdarî ya komên kontre de bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneya dihat dermankirin 45 roj şûnde jiyana xwe ji dest da. -
HDP ji bo vekirina deriyê sînorê Bakur û Rojava pêşniyarpirs da meclîsê
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Enîse Guneylî ji bo Deriyê Sînor ê Girêmîra ku di navbera Nisêbîn û Qamişlo de ye pêşniyarpirs da Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Nurettîn Canîklî. Guneylî xwest ku deriyê sînor bê vekirin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Şen li Sertê spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Aydin Şen (Erdem Çirav) ê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li ser wasiyeta wî li Sêrtê hat definkirin. -
HDP û HDK’e ji bo meşa protestokirina DAIŞ’ê ya 26’ê Tîrmehê bangawazî kir
Amadekariyên meşa 26'ê Tîrmehê bi tevlîbûna HDP, HDK, gelek partiyên siyasî û rêxistinên kedê li Stenbolê li hemberî DAIŞ'ê pêk bê berdewam dikin. -
Li Erziromê tecrîd hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya Pirsûsê li bajarên Serhedê hat şermezarkirin. -
'Ya kêmasiya ewlekariyê heye yan jî ewlekariyê bi êrîşkar re hevkarî kiriye'
Parlamenterê HDP'ê Kurkçu bal kişand ser kêmasiya ewlekariyê ya di komkujiya li Pirsûsê de û got, "Li holê ya kêmasiya ewlekariyê heye yan jî ewlekariyê bi êrîşkar re hevkarî kiriye." Kurkçu diyar kir ku AKP'ê pêşî li komkujiyê vekiriye. -
Tevgera artêşa Tirk zêde dibe
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bê navber didome. -
Operasyonên YPG/YPJ'ê dewam dikin
Operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Hesekê û Kobanê dewam dikin. -
Şerê li Hesekê di roja 29. de ye
Li bajarê Hesekê, ku rejîma Sûriyeyê nekarî biparêze, şerê di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê di roja 29. de ye. -
Ji HPG'ê daxuyaniya li ser şerê li Semsûrê
HPG'ê da xuyakirin di 20'ê Tîrmehê de, ji ber leşkerên Tirk ên derketin operasyonê û hêzên gerîla li hev rast hatin şer derket û di encamê de çawişekî pispor hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. -
Serokê AKP’a Bêşebab bi çekan êrîşî gel kir
Li navçeya Bêşebab a Şirnexê Serokê AKP’a bajêr gule berda welatiyên Komkujiya Pirsûsê şermezar dikirin. -
Nasnameya gerîlayekî hat aşkerakirin
HPG’ê nasnameya gerîlayê bi navê Mesut Pusat di pevçûneke bi çeteyên DAIŞ’ê re jiyana xwe ji dest daye, aşkera kir. -
HPG: Tîmê fedaî yê Apoyî 2 polîs ceza kir
HPG'ê diyar kir ku 2 polîsên li Serêkaniyê hatin kuştin, ji aliyê tîmekî fedaî yê Apoyî ve hatine cezakirin. -
PKK: Şehîdên me afirînerên nûbûnê ne
PKK'ê 'şehîdên meha Tîrmehê' bibîr anî û got, "Şehîdên me, rehên me yên jiyanê û endamên me yên afirîner ên rasteqînin, ku mîna şitil û toveke ji her şêwe şoreşgerî, teorî, pratîk, huner û siyasetê, rehê xwe berdane nava xaka me." -
Gel ji bo şehîdên xwe li Gazî kom dibe
Cemîl Yildiz ê ESP’yî û bavê şehîd Îsmet Şeker ên di êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ’ê de li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan wê li Goristana Gazî bên oxirkirin. -
Komkujiya li Pirsûsê li Awûstralyayê hat protestokirin: Kujer AKP ye
Li bajarê Awûstralya Melboûrne, bi sedan Kurdistanî û dosten wan li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê, komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin.