Nasnameya gerîlayekî hat aşkerakirin

HPG’ê nasnameya gerîlayê bi navê Mesut Pusat di pevçûneke bi çeteyên DAIŞ’ê re jiyana xwe ji dest daye, aşkera kir.

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê nasnameya gerîlayekî ku di pevçûneke li hember DAIŞ’ê de birîndar bû û 18’ê Tîrmehê jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.  HPG’ê di daxuyaniya xwe de got: “Em wek hêzên gerîlayan ku me peywira parastina gelê xwe yê Êzidî û Şengalê girtiye ser xwe, ji bo vê peywira dîrokî bînin cih, têkoşîna xwe her diçe bilind dikin û dimeşînin. Hevalê me Kurtay (Mesut Pusat) ji bo vê peywira xwe ya dîrokî bîne cih bi biryar û kedek mezin têkoşiyaye û 17’ê Tîrmehê di encama êrîşa sûîqestê ya çeteyan pêk aniye de birîndar bûye. Hevalê me Kurtay tevî hemû mudaxaleyan nehat rizgarkirin û 18’ê Tîrmehê şehîd ketiye.”

Fermandariya HPG Şengalê di berdewamiyê de wiha got: “Heval Kurtay ku tevlî karwanê şehîdên azadiyê bû, bi welatparêziya Botanê, xwe gîhandibû û beşdarî têkoşînê bibû. Hestên welatparêziyê bi hişmendiya azadiya gelê me kir yek û piştî beşdar bû şûnde, ji bo peywirên zehmet de cih bigire û têkoşînê bilind bike di berxwedana Şengalê de cih girt. Ji bo wî li dijî her cureyê êrîşê ya li hemberî gelê Kurd bilindkirina têkoşînê bûye esas. Em hemû şehîdên xwe di şexsê heval Kurtay ku bi sekna xwe ya israr û jîr  bû mînak, bibîr tînin û soza xwe ya xwedîderketina li bîranîna wan didin.”

Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

Mesut Pusat ê bi nasnav Kurtay Cûdî ji Şirnexê ye û di 18’ê Tîrmeha 2015’an de li Şengalê jiyana xwe ji dest daye.

...