Cenazeyê Gunebakan li Depê spartin axê
Cenazeyê Cebraîl Gunebakan ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Depê ya Elezîzê hat definkirin.
Cenazeyê Cebraîl Gunebakan ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Depê ya Elezîzê hat definkirin.
Cenazeyê Cebraîl Gunebakan ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Depê ya Elezîzê hat definkirin. Dayika Gunebakan li ser darbesta kurê xwe bi Kurdî û Tirkî lorik barandin û wiha got: "Ti çima ev 3 rojin li min nagerî. Yên ev li te kirin Xwedê bela xwe bide wan."
Cenazeyê Cebraîl Gunebakan ê ji bo tevlî xebatên avakirina Kobanê bibin hatî Pirsûsê û di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Depê ya Elezîzê hat definkirin. Bi hezaran kesên tevlî merasîma cenaze bûn wêneyên Gunebakan hilgirtin û dirûşmên, "Bijî berxwedane Kobanê", "Qatîl devlet wê hesabê bide", "Bijî PKK, YPJ, MLKP", "Cebraîl Gunebakan nemir e" û "Sînan Sagir nemir e." berz kirin.
'SÊ ROJIN TI LI MIN NEGERIYAYÎ'
Cenazeyê Gunebakan ji aliyê girseyê ve hat girtin û heya ber avahiya HDP'ê meşiyan. Di dema meşê de demên hestiyar hatin jiyîn. Piştre cenazeyê Gunebakan bi konvoyê birin gundê Kolukan. Piştî nimêja cenaze dayika Gunebakan Haskar Gunebakan bi Kurdî û Tirkî lorîk li ser darbesta kurê xwe barandin û got, "Sê rojin ti çima li min negeriya. Yên ev yêk bi te kirin Xwedê bela xwe bide wan."
Parlamenterên HDP'ê Hîşyar Ozsoy û Sîbel Yîgîtalp jî tevlî merasîma cenaze bû. Piştî karên definkirinê hevalên Gunebakan daxuyanî dan çapemeniyê û wiha gotin: "Ev êrîş li hemberî Şoreşa Rojava, serketina Kobanê, jiyana nû û biratiya gelan pêk hat. Lê em careke din dibêjin em natirsin hûn ji me bitirsin. Em ê hesaba wê bipirsin."