Operasyonên YPG/YPJ'ê dewam dikin
Operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Hesekê û Kobanê dewam dikin.
Operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Hesekê û Kobanê dewam dikin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê yên li dijî komên çete yên dixwazin navenda bajarê Hesekê dagir bikin, dewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêşketina hêzên YPG/YPJ'ê ya di operasyona li rojavayê Hesekê de dewam dike û hat gotin, "Hêzên me yên ku hem ji aliyê bajêr, hem jî ji aliyê çiyayê Kezwan ve bi pêş ketin, çarxê rêya Neşwê ya li rojavayê Hesekê bi dest xistin. Bi vî awayî dorpêça li ser çeteyên di nava bajêr de ji milê rojava ve jî hatiye tengkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di şerê şevê din de nehatiye zelalkirin."
YPG'ê der barê operasyona li Kobanê de ev agahî da:
"Operasyonên hêzên me ya li başûrê Kobanê, li dijî qadên di bin dagirkeriya çeteyan de ne, dewam dikin.
Duh bi şev li vê herêmê operasyonek nû hat lidarxistin. Di encama operasyonê de Girê Şuxha yê stratejîk ji çeteyan hat paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan li qadê nehatiye zelalkirin. Pêşketina hêzên me ya li qadê dewam dike."