Cenazeyê şervanê YPG’ê Şen li Sertê spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Aydin Şen (Erdem Çirav) ê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li ser wasiyeta wî li Sêrtê hat definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Aydin Şen (Erdem Çirav) ê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li ser wasiyeta wî li Sêrtê hat definkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim got ku ev agir wê Bulent Arinç, serokomarê wî û dewleta wî jî bişewitîne.

Şervanê YPG'ê Aydin Şen (Erdem Çirav) ê 15'ê Tîrmehê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ya li bajaroka Sirrînê ya Kobanê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê hat definkirin. Cenazeyê Şen li Amedê hat wergirtin û ji bo definkirinê ber bi Sêrtê ve bi rê ketin. Cenazeyê Şen li Bismilê bi girseyî hat pêşwazîkirin û ji jî ber bi Sêrtê ve hat rêkirin. Cenazeyê Şen di ketina Misircê ji hêla sedan wesayîtan ve hat pêşwazîkirin û ber bi navenda Sêrtê ve bi rê ketin. Bi hezaran welatiyên li ber avahiya DBP'ê kom bibûn cenazeyê Şen pêşwazî kirin û birin Goristana Zeviyeyê. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Şen hat definkirin.

Dayika wî Azîme û bavê wî Abdulselam Şen spasiyê xwe pêşkêşî welatiyan kirn û ev tişt anî ziman: "Ev şehîd şehîdê Kurdistanê ye. Ew şehîdê Sêrtê ye. Ji ber gelê Sêrtê xwedî li şehîdê xwe derket em spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin."

'TE DILÊ KURDISTANÊ ŞEWITAND'

Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim di merasîmê de axivî û got ku Şen beriya jiyana xwe ji dest bide gotiye, "Dema ez şehîd bikevim min li bajarê min defin bikin" û wiha got: "Ez jî dibêjim ku ey şehîd tu bi xêr hatî Kurdistanê, bajarê xwe û xaka xwe. Te ne tenê dilê wê û bavê şewitand, te yê hemû Kurdistanê şewitand."

Yildirim li ser gotinên Bulent Arinç, "Rojê nebaş li pêşiya rêxistinê ne" ev tişt got: "Ey bêxêr, bila çavên te ronî be şehîdekî me yê din çêbû. Dilê malbateke me yê din şewitî. Tê çawa bi rehetî razê, li çavên zarokan binêre? Gotineke ku agir li cihê lê dikeve dişewitîne. Vê carê ev agir wê te, serokomarê te û dewleta te bişewîtîne."

Hat ragihandin ku konê sersaxiyê li Taxa Demîrtaşê ya Mêrsînê were vedan.