Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî Komkujiya Pirsûsê daxuyanî da û got, “Hikûmeta AKP’ê ya di komkujiya Kobanê de piştgirî da çeteyên DAIŞ’ê bi Komkujiya Pirsûsê ji destekvaniyê derket û bi xwe bû qetlîamker. AKP’ê dijmintî û rûyê xwe yê faşîst ê li hemberî neteweya demokratîk ên di pêşengiya Gelê Kurd de hatine afirandin, bi hedefgirtina hemû şoreşgerên tevlî vê şoreşê bûne nîşan daye.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku 31 sosyalîstên hemû nirxên azadî û demokrasiyê ya mirovahiyê hilgirtine, li Pirsûsê 20’ê Tîrmehê hatine qetilkirin û 104 kes jî birîndar bûne. Komîteya Rêveber a PKK’ê ev êrîşa faşîst a li hember ciwanên bi dirûşma, “Ji Kobanê re hezar silav!” hatin qetilkirin, bi hêrsa şoreşgerî û bi nefret şermezar kir. Komîteya Rêveber a PKK’ê kesên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û sersaxî ji malbat û hevrêyên wan re xwestin.
‘KOMKUJÎ JI ALIYÊ AKP’Ê VE HATIYE KIRIN DAIŞ MASKEYEK E’
Komîteya Rêveber a PKK’ê bal kişand ku êrîşa Pirsûsê komkujiyeke AKP’ê ye ya bi maskeya DAIŞ e. Komîteya Rêveber a PKK’ê got, “Tevahî raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê û Kurdistanê dizane ku ev komkujî ji aliyê AKP’ê ve hatiye kirin û DAIŞ wek maskeyekê hatiye bikaranîn. Ev rastiya ku ji aliyê me ve tê zanîn tirs xistiye nava dilê rayedarên AKP’ê. AKP ya bi tirsê ket nav tevgerê bi lez peyamên yekîtî û şermezarkirinê şandin û xwest rûyê xwe yê qetlîamker veşêre. Peyamên yekîtiyê yên tijî tirs ên AKP’ê û peyamên şermezarkirinê yên bê nasname bi armanca ku hêrsa civakî ya li hemberî komkujiya ku pêk anîne, nerazîbûna demokratîk û dînamîzma şoreşgerî vemirîne. Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dizanin ku AKP’ê ev komkujî pêk aniye. Ev komkujiya AKP’ê etîketa DAIŞ’ê lê daye û pêk aniye, dijberiya dewleta netewe li hemberî civakê carekî din nîşan daye.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir ku, hikûmeta AKP’ê ya di komkujiya Kobanê de piştgirî da çeteyên DAIŞ’ê bi komkujiya Pirsûsê de ji destekvaniyê derket û bi xwe bû qetlîamker û wiha dewam kir, “AKP’ê dijmintî û rûyê xwe yê faşîst ê li hemberî neteweya demokratîk ên di pêşengiya Gelê Kurd de hatine afirandin, bi hedefgirtina hemû şoreşgerên tevlî vê şoreşê bûne nîşan daye. DAIŞ’a ku di asta raya giştî ya demokratîk a cîhanê de nûnerê faşîzm, paşverûtî, dijminahiya jin, her cure dijminahiya li hemberî civakê destpêkê ku tê hişê mirovane. Ev êrîşa Pirsûs a bi maskeya DAIŞ’ê hatiye kirin, li hemberî mirovahiya sosyalîst û azadîxwaz a pêşeroja xwe ya azad di şoreşa Kurdistanê de bibîne hatiye kirin. Ev êrîş li hemberî Çerkez, Tirk, Kurd, Ermenî, Ereb û tevahî gel û baweriyan hatiye pêkanîn. Ev êrîşa li navenda Çandê ya Amara yê hatiye kirin li hemberî mirovatiya azadîxwaz a armanc dikir nirxên şoreşa Rojava û yên li derdora zîhniyeta neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan kom bûne hatiye kirin.
‘AGIRÊ ŞOREŞA ROJAVA LI TEVAHÎ CÎHANÊ BELAV BÛYE’
Şoreşa Rojava bûye şoreşeke ku tevahî şoreşgerên Tirkiyeyê û cîhanê hembêz bike. Feraseta neteweya demokratîk xistiye pratîkê, hêviyên jiyana azad ên tevahî mirovahiyê ji nû ve pêş xistiye. Ji ber vê yekê Şoreşa Rojava ji asta herêmî derketiye. Şoreşgerên enternasyonel ên tevlî şoreşa Rojava bûn cane xwe feda kirin. Ev şoreş kirin şoreşa cîhanê. Bi ruhekî şoreşgerî tevlî hemû xebatên avakirinê bûne. Baweriya tevlîbûna şoreşa cîhanê pêl bi pêl mezin bûye . Ji her cihê cîhanê ji hemû gelan ciwan tevlî şoreşê bûne, ked dane, xwêdan û xwîn rijandine. Şoreşgerên hemû cîhanê di rêya Rojava de bûne xwişk û birayên rê. Xwêdan û xwîna hemû şoreşgerên ji hemû di vê rêyê de tevlî hev bûne.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê bang li tevahî gel, demokrat, şoreşger û sosyalîstan kir ku li hemberî vê komkujiya yek ji êrîşên zîhniyeta AKP a faşîst a avakirina yek dengî û yek rengî dike armanc rêxistinbûyînê mezin bikin û pêş bixin. Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha dewam kir: “Pêwîst e gelên me bi zanebûna ku her cure sazîbûyîna dewleta netewe pêkanîna komkujiyê ye tevbigere. Parastina xwe bike. Li her qadê rêxistinbûyîna xw pêş bixe. Dewleta netewe weke tê îdîakirin civakê naparêze. Tenê civak dikare xwe biparêze. Civakên ku parastina xwe radestî pêkhateyeke dewletdar kiribe nikare azad bibe. Civakên parastina xwe nekin. Nikarin behsa jiyaneke azad û demokratîk bikin. Ji bo pêşxistina îradeya demokratîk a şoreşger û sazîkirina feraseta neteweya demokratîk çalakiya destpêkê, parastina xwe kirin, rêxistinbûna xwe bi saziyên ji derveyî dewletê re pêşxistin e.
Hikûmeta AKP’ê ya qirkirina çandî ya li hemberî gelê Kurd derxistiye asta herî jor, li hemberî tevahî gel, ciwan, jin ên li Tirkiyeyê û li hemberî tevahî raya giştî ya demokratîk jî şer îlan kiriye. Dewlet bi hemû saziyên xwe ve bi êrîşên di bin navê ewlekariyê de pêş dixe van komkujiyên xwe didomîne. Gotina ewlekariya gelemperiyê di zimanê hikûmeta AKP’ê de bûye şîfreya êrîşên faşîst. Wê ti êrîşên faşîst negihêjin armanca xwe, wê sosyalîstan ji rêya jiyana azad venegerîne. Wê ti komkujî nikaribe piştevaniya şoreşgerî asteng bike. Wê ti hikûmet nikaribe hikum li ser têkoşîna azadiyê ya şoreşgeran bike.
Em careke din vê êrîşa faşîst a feraseta dewleta netewe ku li hember feraseta neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan têk çû li Pirsûsê pêk anî şermezar dikin. Wek PKK’ê em soz didin em ê dilsoziya xwe ya bi bîranîna mirovên me yên sosyalîst, şoreşger û demokrat re nirxên sosyalîst mezin bikin, hesabê komkujiyê bipirsin, neteweya demokratîk ava bikin û bi hêz bikin.
Em bang li şoreşger, demokrat û sosyalîstan dikin ku yekîtiya hêzê ava bikin, hêzên xwe hevpar bikin, êşên xwe veguherînin hêrsê, di serî de xweparastin li her qadê rêxistinbûna xwe ya civakî ya li derveyî dewletê pêş bixin, bi armancên hevpar ve têbikoşin li hemberî AKP a faşîst û DAIŞ a ku wek maske bikar tine serketinê qezenc bikin.
Em di serî de bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, hemû gelê me yê demokrat û welatparêz ên li cîhanê û sosyalîstan dikin ku, êşên xwe veguherînin hêrsê, protestoyên li hemberî komkujiya Pirsûsê mezin bikin. Li hemberî dewleta netewe ya qetlîamker pergala xwe ya civakî ava bikin.”