KURDISTAN
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Hemû Nûçe
-
Çagdaş Aydin hate oxirkirin
Cenazeyê Çagdaş Aydin ê di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest, li Dêrsimê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin.
-
-
-
-
‘Rêber Apo xeta me ya sor e’
Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezarkirin. Gerîlayan diyar kir ku ew jiyanek bê Rêberê xwe qebûl nakin û wiha gotin: "Em azadiya Rêberê xwe dixwazin."
-
'Divê hikûmeta AKP’ê bê hejandin!'
Kongreya Gel a Mezopotamyayê, bal kişand ser berpirsyariya AKP’ê ya di komkujiya Pirsûsê de û diyar kir ku divê hemû bajarên Tirkiyeyê bên hejandin û ev rêveberiya îslamofaşîst bê hejandin.
-
-
-
Ehmed: Ew şehîdên Kobanê ne; Em ê wan li Kobanê bidin jiyîn
Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed destnîşan kir ku ew ê xewn, xeyal û ruhê ciwanên sosyalîst ên li Pirsûsê hatin qetilkirin di avakirina Kobanê de bidin jiyîn û got, "Em her ciwaneke/î xwe yên li Pirsûsê şehîd ketin weke şehîdê Kobanê îlan dikin."
-
-
-
Li xaçerêya Newşa şopên şer
Xaçerêya Newşa ya Hesekê, ku ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, bi temamî di bin kontrola YPG/YPJ'ê de ye. Paqijkirina herêmê ji mayînên çeteyan dewam dike. Di operasyonan de hêzên HPC jî bi awayakî aktîf cih digirin.
-
-
-
-
Akyurek û Ozdemîr li Amedê spartin axê
Nazlı Akyurek û Veysel Ozdemîr ên di teqîna li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, li Amedê bi tevlîbûna hezaran kesan ji rêwitiya xwe ya dawî re hatin oxirkirin. Gelê Amedê cenazeyên zarokên xwe bi nîşaneya serketinê silav kir.
-
-
-
Demîrtaş: Bila her kes ewlekariya xwe bigire
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş got, “Di nav dewletê de kesên piştgiriyê didin wan hene. Zafiyeta dewletê ya ewlekariyê heye. Bila her kes ewlekariya xwe bigire.”
-
-
-
-
‘Em ê hesabê Pirsûsê bipirsin’
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Şoreşa Rojava di serî de ji bo Kurdistanê ji bo hemû Rojhilata Navîn hatiye rewşa nirx û destketiyekê.
-
Polîsan êrîşî protestoya li Agirî kirin
Girseya li Agirî Komkujiya Pirsûsê şermezar kir, rastî êrîşa polîsan hat. Di encama êrîşê de Parlamentera HDP'yî Taşdemîr jî di nav de gelek kes birîndar bûn.
-