Yurtgul û Akhamûr ji aliyê deh hezaran ve oxir kir

Murat Yurtgul û Emrullah Akhamûr ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Qoserê ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hatin oxir kirin.

Murat Yurtgul û Emrullah Akhamûr ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Qoserê ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hatin oxir kirin. Dayika Emrullah Akhamûr, Zahra Akhamûr ku li goristanê axivî berteka xwe bi van gotinan  nîşan da: "Ez li cenazeye kurê xwe digeriyam wan bi gazan êrîşê min dikir. Ew tenê dikarin DAIŞ'a kujer têr bikin." 

Li navçeya Qoser a Mêrdînê, bi deh hezaran kes cenazeyên Murat Yurtgul û Emrullah Akhamûr ku li Pirsûsê di êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên SGDF'yî de jiyana xwe ji dest dabûn, spartin axê. Cenayezên Yurtgul û Akhamûr ku piştî otopsiyê anîn Qoserê, di ketina navçeyê de ji aliyê konvoya bi sedan wesayitê ve hatin pêşwazî kirin. Darbestên her du ciwanan di rêya ku derbas dibûn de ji aliyê gel ve bi dirûşmên "Şehîd namirin" hatin silav kirin. 

Darbestên Yurtgul û Akhamûr pişt re ji bo cara dawî birin malên malbatên wan. Piştre darbestên her du ciwanan li ser milan bi meşê birin Goristana Taxa Ataturkê. Di dema meşe de girseyê dirûşmên wek "Kujer Erdoğan" û "Wê PKK hesap bipirse" berz kir. 

‘LI HEMBERÎ ERDOGAN Û DAIŞ’Ê NARAZÎBÛN NÎŞAN DAN’

Darbestên Yurtgul û Akhamûr li goristanê li ba hev hatin rêz kirin û li vir malbatên her du ciwanan xwe avêtin ser darbestan û demên hestyar hatin jiyan kirin. Li goristanê li hember çeteyên DAIŞ'ê û Serokkomar Erdogan jî nerazîbûnên tund hatin nişandan.

Hevserokê MEYA-DER a Şaxa Mêrdînê Abdullatîf Tabar bal kişand ser her du ciwanan û got wan tenê daxwaziya wekhevî û demokrasiyê dikirin. Piştre Hevserokê DBP'a Mêrdînê Omer Ocalan axivî û destnîşan kir ku wê li hemberî êrîşan têkoşîna xwe berdewam bikin. 

Apê Murat Yurtgul, Yusuf Yurtgul anî ziman ku daxwaziya aşitî û biratiyê ya her du ciwanan bi vê êrîşê hatiye red kirin, her wiha xalê Emrullah Akhamûr, Hasan Akhamûr jî wiha got: "Ew şehîdên gelê Kurd in. Emê wan û têkoşîna wan ji bîr nekin." 

‘EW TENÊ DIKARIN DAIŞ’Ê TÊR BIKIN’ 

Piştî axaftinan û wecîbeyên olî, darbestên Yurtgul û Akhamûr bi dirûşman spartin axê. Dayika Emrullah Akhamûr, Zehra Akhamûr piştî definkirina kurê xwe axivî û bi van gotinan berteka xwe nişan da: "Ez li cenazeyê kurê xwe digeriyam lê ew bi gazan êrîşî min dikirin. Hêvî dikim ku cigera Emîne jî bişewite. Ew tenê dikarin DAIŞ'ê têr bikin."

Wê taziyeya her du ciwanan li Mala Gel A Şêx Davut Yalçınkaya ya Şaredariya Qoserê were danîn.