Demîrtaş: Bila her kes ewlekariya xwe bigire

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş got, “Di nav dewletê de kesên piştgiriyê didin wan hene. Zafiyeta dewletê ya ewlekariyê heye. Bila her kes ewlekariya xwe bigire.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li cihê êrîşa duh a li hember ciwanên SGDF’yî li Navenda Çand û Huner a Amara axivî. Selahattîn Demîrtaş got, “Di nav dewletê de kesên piştgiriyê didin wan hene. Zafiyeta dewletê ya ewlekariyê heye. Bila her kes ewlekariya xwe bigire.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi parlamenterên HDP’ê û endamên Meclîsa Partiyê re hat Pirsûsê li cihê êrîşa duh a li hember ciwanên SGDF’yî li Navenda Çand û  Huner a Amara axivî. Demîrtaş got, "Hin kesên li vir hatin qetilkirin wê bibûna doktor. Hin kes wê bibûna hiqûqnas, hin kes wê bibûna mamoste. Lê hatin qetilkirin. Wê xizmet  ji gelan re kiribana. Peyama ku van ciwanan anî vir gihandina cihê wê deynê stûyê me ye."

Demîrtaş diyar kir ku divê her kes li her cihê lê tedbîra xwe bigire û wiha dewam kir: "Di van de bi qasî zereyekê mirovatî nemaye. Dikarin li her cihî komkujiyê pêk bînin. Divê welatiyên me yên li bajarên ser sînor ên wek Hatay, Riha, Mêrdîn, Şirnex ewlekariya xwe û saziyên xwe bigirin. Di nav dewletê de kesên piştgiriyê didin wan hene. Zafiyeteke cidî ya dewletê heye.”