BI DÎMEN

Ehmed: Ew şehîdên Kobanê ne; Em ê wan li Kobanê bidin jiyîn

Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed destnîşan kir ku ew ê xewn, xeyal û ruhê ciwanên sosyalîst ên li Pirsûsê hatin qetilkirin di avakirina Kobanê de bidin jiyîn û got, "Em her ciwaneke/î xwe yên li Pirsûsê şehîd ketin weke şehîdê Kobanê îlan dikin."

Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed, komkujiya li Pirsûsê ya li hemberî ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ketibûn ser rê, ji ANF'ê re nirxand. Ehmed bal kişand ser rola AKP'ê ya di komkujiyê de û destnîşan kir ku gelê Kurd wê hesabê vê bipirse.

'CIWANÊN ŞOREŞ DIGIHANDIN GELAN HEDEF HATIN GIRTIN'

Ehmed ji malbatên ciwanên di komkukjiya li Pirsûsê de şehîd ketin sersaxî, ji birîndaran re şîfa xêrê xwest û û anî ziman ku ciwanên hatine qetilkirin, ciwanên sosyalîst, rewşenbîr û pêşverû yên li dijî polîtîkayên şer û cihêkirinê yekîtî û biratiya gelan ji xwe re kirine armanc in. Ehmed got, "Ev ciwan di dema berxwedana Kobanê de li cem berxwedanê bûn. Li ser bingeha yekîtî û biratiya gelan, mînaka têkoşînê nîşanî tevahiya cîhanê dan."

Ehmed bibîr xist ku ciwan piştî berxwedana Kobanê bi dirûşma 'Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin' ketine nava tevgerê û bi armanca meşandina xebatên ji nû ve avakirinê, ji bo derbasî Kobanê bibin hatin Pirsûsê û bal kişand ser wateya dirûşma ciwanên sosyalîst: "Weke ku di vê sloganê de jî tê dîtin, ciwanên di berxwedanê de cih girtin, xwestin di xebatên avakirinê de jî li cem Kobanê bin. Ev gelekî watedar e. Ev yek nîşan dide ku ciwanên sosyalîst şoreşê ji her alî ve weke şoreşa xwe dibînin, weke şoreşa gelan dibînin."

'JI HEVGIRTINA GELAN DITIRSIN'

Ehmed da xuyakirin ku li hemberî barbarên DAIŞ'ê û destekdarên wan, ev sekna ciwanên sosyalîst xwedî girîngiyeke mezin e û anî ziman ku çeteya DAIŞ'ê û destekdarên wê naxwazin ev şoreş bibe malê gelan. Ehmed destnîşan kir ku ciwanên li Pirsûsê yên dixwestin bên Kobanê, ji ber vê yekê hedef hatine girtin.

Ehmed diyar kir ku komkujî di asteke hovane de pêk hatiye û da zanîn ku çeteyan û destekdarên wan bi zanebûn jin û ciwan hedef girtine. Ehmed got, "Li Kobanê komkujiyeke hovane qewimî. Di vê komkujiyê de jî jin û ciwan hedef hatin girtin. Li Pirsûsê jî ciwan hedef hatin girtin. Barbar û destekdarên wan, ji jin û ciwanan ditirsin. Ditirsin ku şoreş bibe malê gelan."

'HEVKARÊ VÎ SÛCÊ KOMKUJIYÊ AKP YE'

Ehmed diyar kir ku ew weke hevkarê vî sûcê komkujiyê hikûmeta AKP'ê dibînin û destnîşan kir ku AKP bi xwedîkirinê re çeteyên DAIŞ'ê li hemberî gelê Kurd, hêzên şoreşger û demokrat bi kar tîne.

Ehmed got, "Di destê ciwanên dihatin vir de çek tinebû. Pêlîstok hebûn. Ji bo tevlî karê ji nû ve avakirinê bibe, bêr û bivir di destê wan de hebû." Ehmed diyar kir ku divê hikûmeta AKP di mijara desteka xwe ya ji bo çeteyan de helwesta xwe tavilê zelal bike.

Ehmed ragihand ku bi vê komkujiyê re hevkariya AKP û DAIŞ'ê careke din xuya bûye û anî ziman ku gelê Kurd wê vê desteka AKP'ê ya ji bo çeteyan qebûl neke.

'EM Ê HER YEK JI WAN LI KOBANÊ BIDIN JIYÎN'

Ehmed destnîşan kir ku ew her yek ji ciwana/ê li Pirsûsê şehîd ketin weke şehîdên Kobanê dibînin û îlan dikin û got, "Şehîdên me yên di berxwedana li Kobanê ya li dijî barbarên DAIŞ'ê de çawa bûn leheng, ciwanên li Pirsûsê şehîd ketin jî ji bo me tên heman wateyê. Ew jî şehîdên Kobanê ne."

Ehmed ragihand ku xebatên ji nû ve avakirina Kobanê wê bi xewn, xeyal û ruhê şehîdên Pirsûsê dewam bike û got, "Ruhê şehîdên 20'ê Tîrmehê wê di ji nû ve avakirina Kobanê de rê nîşan bidin. Di her dara em biçînin de, di her dîwarê em lê bikin de, li her kolan û taxan, em ê ruh, xeyal û bîranîna şehîdên Pirsûsê bidin jiyîn."