Ugur ê SYKP’yî ji aliyê 50 hezar kesî ve hat oxirkirin

Li Cizîrê bi tevlîbûna pencî hezar welatiyan cenazeyê Ugur Ozkan yê di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin.

Li Cizîrê bi tevlîbûna pencî hezar welatiyan cenazeyê Ugur Ozkan yê di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Di merasîmê de Hevseroka SYKP'ê Necla Kurul anî ziman ku ciwanên hatibûn Pirsûsê ji bo cîhanek bê sînor û bê çîn têkoşîn dikirin. Bavê Ozkan Mehmet Ozkan jî got: "Dewletê navê kurê min qedexe kir. Kurê min jî li hemberî van politikayan têkoşîn da."

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi tevlîbûna pencî hezar hemwelatiyan, cenazeyê endamê SYKP'ê Ugur Ozkan yê di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dayî li goristana Ş.Bêrîvan hate defin kirin. Cenazeyê Ozkan piştî kar û barên otopsiyê ji hêla malbatê û rêhevalên wî ve hate standin û dehan wesayitan ji Dîlokê ber bi Cizîrê bi rê ketin. Piştî têketina bajêr deh hezaran hemwelatî yên li ser Kolana Arîn Mirxan kom bûne ji bo pêşwazîkirinê çûn pêşiya ambûlansa cenazeyê Ozkan tê de. Welatiyan cenaze bi dirûşmên "Şehit namirin", "Ey şehit xwina te erdê namine", "Bijî berxwedana Kobanê" pêşwazî kirin û ji bo goristanê dest bi meşê kirin. Di meşê de parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu, Aycan Îrmez, Hevseroka SYKP'ê Necla Kurul, rêvebirên rêxistinên DBP'ê û HDP'ê, rêhevalên Ozkan yên zaningehê û gelek saziyên sivil û demokratik amade bûn.

'50 HEZAR WELATIYAN OXIR KIR'

Di meşê de hevalên Ozkan yên xwendekar pankartên "Berî ambûlansê TOMA gihişt cihê bûyerê", "Ji bo qralê Suudî 3 rojan şîn lê ji bo 30 ciwanan bêdengî", "Dewleta bi TIR'an ji DAİŞ'ê re çekan dibe ciwanên ji zarokên Kobanê re lêyistokan dibin qetil kirin" vekirin û wêneyên Ozkan rakirin. Gelek welatiyên tevlî meşê bûne kincên reş li xwe kiribûn û her wiha li avahiyan jî pateyên reş hatibûn daliqandin. Piştî girse gihişt kolana Kobanê, bi welatiyên derdor re gihişt 50 hezaran û cenazeyê Ozkan ji ambûlansê wergirtin û danin ser milan. Li kolana Kabanê rêhevalên Ozkan yên girêdayi rêxistina SYKP'ê ya Stenbolê bi dirûşmên "Rêheval Ozkan nemir e" pêşwazî kirin û tevlî meşê bûn.

'EM XELAS NABIN'

Piştî girse gihişt Goristana Ş.Bêrîvan, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz girtin û sirûda "Ey Reqîp" xwendin. Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê ya Cizîrê Mele Kasim Yigît diyar kir ku endamên SGDF'ê ji bo birînên Kobanê derman bikin ketin rê lê çeteyan bi komkujiyekê birina dil kûrtir kir. Yîgît da zanîn ku ew kesên piştgirî didin çeteyên DAİŞ'ê lenet dikin û wiha axivi: "Kesên dixwazin me bi komkujiya bitirsînin bila baş bizanin ew dê di bin berxwedana me de bifetisin. Em bi qetilkirinê qet xilas nabin. Wan xwest ku zarokên rojê bitirsînin lê niha li vir deh hezaran ciwan amade ne. Bila hemû kes bizane ku Kobanê Pirsûs e, Pirsûs Cizîr e û em ê li ber xwe bidin."

'ÊRÎŞ ENCAMA POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê YE'

Hevseroka SYKP'ê Necla Kurul jî bilêv kir ku ciwanên hatine Pirsûsê ji bo cihanek azad têkoşîn dikirin û destnîşan kir ku her mirin hêviyek diafirînire. Kurul diyar kir ew ciwan ji bo cîhanek bê sînor û bê çîn têkoşîn dikirin û axaftina xwe wiha domand: "Em dê herdem şopdarên rêya wan bin. Ew ala xeyala wan em dê hilgirin." Kurul, bertek nîşanî hiqûmeta AKP'ê jî da û diyar kir ev êrîş hemû encamên politikayên AKP'ê ne û axiftina xwe wiha bi dawî kir: "Em dê xwe bidin hev û van politikayan vala derxin. Hevpariya me wê pişta hêzên hov û rêhevalên wan bişkîne."

'DEWLETÊ NAVÊ KURÊ MIN QEDEXE KIR'

Bavê Ugur Ozkan Mehmet Ozkan jî destnîşan kir ku niha bi sedan Ugur hene û ew dê weke kurê wî di rêya heqiqetê de bimeşin. Bav Ozkan da zanîn ku navê kurê wî yê rastî Hogir bû lê dewletê ev nav qebûl nekiriye û wiha axivi: "Dewletê navê kurê min qedexe kir. Kurê min jî li hemberî van politikayan têkoşîn da. Herdem rêhevalê bindestan bû. Em bi keda wî serbilind in. Serê hemû gelan sax be."

Piştî axaftinan, cenazeyê Ozkan bi dirûşma "Oxir be rêheval Ugur" hate defin kirin.

...