Akyurek û Ozdemîr li Amedê spartin axê

Nazlı Akyurek û Veysel Ozdemîr ên di teqîna li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, li Amedê bi tevlîbûna hezaran kesan ji rêwitiya xwe ya dawî re hatin oxirkirin. Gelê Amedê cenazeyên zarokên xwe bi nîşaneya serketinê silav kir.

Nazlı Akyurek û Veysel Ozdemîr ku di teqîna li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, li Amedê bi tevlîbûna hezaran kesan ji rêwitiya xwe ya dawî re hatin oxir kirin. Gelê Amedê cenazeyên zarokên xwe bi nîşaneya serketinê silav kir.

Nazlı Akyurek û Veysel Ozdemîr ku ji bo tevlî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin çûbûn Pirsûsê û di teqîna li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, li Amedê bi tevlîbûna hezaran kesan ji rêwitiya xwe ya dawî re hatin oxirkirin.

Konvoya cenazeyên Nazli Akyurek, Veysel Ozdemîr, Mucahît Erol, Serhat Devrîm, Mert Ali Barutçu, Suleyman Aksu û Yunus Emre Şen, piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tip a Edlî ya Dîlokê hate Amedê û di ketina bajêr de ji aliye Amediyan ve hate pêşwazîkirin.

Cenazeyên Mucahît Erol, Serhat Devrim û Mert Ali Barutçu ji Mûşê re, cenazeyê Yunus Emre Şen jî ji Wanê re hate oxirkirin.

Cenazeyên Nazli Akyurek ,Veysel Ozdemir û Suleyman Aksu yê  wê sibe ji navçeya Gever a Colemêrgê re were şandin li gel konvoyê anîn navenda bajêr a Amedê. Konvoya ku cenazeyên her sê ciwanan di nav de, li ser rê ji aliyê gelê Amedê ve bi nîşaneya serketinê hate silavkirin. Dema ku konvoy gihişt Îskanevlerî, girseyê cenaze dan ser milan û heya Goristana Yenikoyê meşiya.

Piştî ku wecîbeyên olî ji bo Ozdemîr nimêja cenazeyê hate kirin. Piştre cenazeyê Ozdemîr anîn ser qebra wî û cenazeyê Ozdemîr bi dûayan spartin axê.

Piştî merasîma cenazeyê Ozdemîr, girseyê vê carê cenazeyê Nazli Akyurek ji morgê girtin û ew birin Goristana 450 Evler. Jinan, cenazeyê Akyurek li ser milan anîn mizgeftê. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Akyurek jî spartin axê,

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel piştî merasîmê axivî û anî ziman ku berpirsyarên vê komkujiyê dewlet û hikûmeta AKP'ê ye.

Ji bo Akyurek li Mala Şîne ya 450 Evler, ji bo Ozdemir jî li Mala Şîne ya Pasûriyan taziye hatin danîn. Cenazeyê Suleyman Aksu jî di saetên êvarê de ber bi Geverê hate şandin.