‘Em ê hesabê Pirsûsê bipirsin’

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Şoreşa Rojava di serî de ji bo Kurdistanê ji bo hemû Rojhilata Navîn hatiye rewşa nirx û destketiyekê.

Di daxuyaniya Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan a der barê komkujiya Pirsûsê de hat gotin, “Pirskirina hesabê Şengalê, Kobanê, Amedê û herî dawiyê jî Pirsûsê ji çeteyan, tola şehîdan rakirin û AKP’ya ji heman zîhniyetê çêbûye ji Kurdistanê derxistin; deynê me jinên ciwan e ji bo şehîdan. Em ê deynê xwe bidin.”

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Şoreşa Rojava di serî de ji bo Kurdistanê ji bo hemû Rojhilata Navînhatiye rewşa nirx û destketiyekê. Koordînasyona Komelên Jinên Ciwan destnîşan kir  êrîşa li ser Rojava tê wateya êrîşa li ser nirxên mirovahiyê û got, “Her weke makîneya terorê rêxistina çeteyan a DAIŞ’ê ji bo tinekirina şoreşa Rojava û Rojhilata Navîn ber bi  kaosê ve birinê li hember Rojava û nirxên mirovahiyê ya li Rojava hatiye pêşxistin. Bi taybet jî ev çeteyên ji aliyê Dewleta AKP’ê ve bi nazdarî têne mezinkirin xwestiye 330 ciwanên ku ji bo tevlî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin çûbûn Pirsûsê qetil bike. Di encama vê êrîşa li hember ciwanên şoreşger, welatparêz û sosyalîst de bi dehan ciwanan jiyana xwe ji dest daye, bi dehan ciwan jî birîndar bûne.  Ji ber vê sedemê em sersaxiyê ji malbatên hevrêyên me yên ciwan ên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane dixwazin û şîfayên xêrê ji birîndaran re dixwazin.”

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan destnîşan kir ku êrîşên Kobanê, Amed, Mersîn, Edene û herî dawiyê jî li Pirsûsê DAIŞ’ê bi hevkariya hikûmeta AKP’ê pêk aniye û got, “Hemû ev hewldanên êrîş û komkujiyan bi plan in û ji navendekê têne rêvebirin. Ji ber vê yekê aşkera ye ku berpirsê van êrîşan jî hikûmeta AKP’ê ye. Berdêla wê çi dibe bila bibe wê hesabê van komkujiyan bê pirsîn. Bila Erdogan û hikûmeta AKP’ê baş zanibe gelê Kurd, ciwanên Kurd û jinên Kurd peyam girtine. Wê hesabê vê komkujiyê di serî de ji aliyê jinên ciwan ve û ji aliyê hemû ciwanên welatparêz ên şoreşger û demokrat ve bên pirsîn.

Hemû ciwan û jinên Tirkiyeyî wê bizanin parastina xwe bikin. Vê komkujiyê carek din girîngiya xweparastinê derxistiye holê. Ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî pêwîste tevgera serhildanan li hember dewleta dagirker a Tirk bidin destp kirin. Pêwîste ji îro û pê ve  bi ruhê piştevaniya şoreşgerî qad bibin dika şerê gel ê şoreşgerî. Pêwîste ji qetlîamkeran hesabeke dîrokî were pirsîn. Dema îspatkirina hevrêtiya Denîz Gezmîş û nifşê ciwanên şoreşger ên 1968’an hatiye. Pêwîste bi ruhê serketina Kobanê û ruhê berxwedana 6-8’ê Cotmehê ji hikûmeta AKP’ê hesab were pirsîn. Vê komkujiyê carek din nîşan daye ku zîhniyeta zilam a serdest a li Kobanê binketî û dewleta AKP’ê ye.

Di dawiyê de dîsa em hevrêyên me yên SGDF’yî yên ku bi hêviya ji nû de avakirina Kobanê ketine rê bi rêzdarî bibîr tînin. Domandina meşa wan bi qasî ku erka me ye, ew qasî jî erka hemû jinên ciwan, karker û xwendekarên şoreşger demokrat û sosyalîst e jî. Pirskirina hesabê Şengal’ê, Kobanê, Amedê û herî dawiyê jî Pirsûsê ji çeteyan û tola şehîdan rakirin û AKP’ya ji heman zîhniyeta çêbûye ji Kurdistanê derxistin; deynê me jinên ciwane ji bo şehîdan. Em ê deynê xwe bidin.”